NADA: Pêwîst e cudahiyên ramanan nebin mijarên dozên sûc

Hevgirtina Jinên Demokratîk NADA, piştî binçavkirina çalakvan Bihar Elî Qadir, bang li rayedarên Herêma Kurdistanê kir ku azadiya îfadeyê biparêzin û qanûnan ji bo sînordarkirina mafên bingehîn bi kar neynin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistin û çalakvanên jinan ên di nava Hevgirtina Jinên Demokratîk li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) de cihdigrin, îro daxuyaniyek weşandin û hevgirtina xwe bi çalakvana jin, Rêvebera Rêxistina Ême ya Geşepêdana Mirovî û endama Hevpeymaniya NADA’yê Bihar Kuşad Elî Qadir re nîşan dan.

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Bihar Elî gelek salên jiyana xwe ji bo parastina mafên jinan, şerê li dijî tundî û cudakariyê û xurtkirina nirxên edalet, wekhevî û mafên mirovan fêda kiriye û wiha hate gotin: “Rûxmê ku bi kefalet hate berdan jî, binçavkirina Bihar Elî li ser parastina azadiya raman û derbirînê bûye sedema fikarên cidî û ji bo hemû parêzvanên mafên mirovan, lêkolîner, rewşenbîr, rojnamevan û her kesê ku mafê xwe yê raman, derbirîn û dengdana ramanan bikar tîne peyamek xemgîn dihewîne."

‘Civakên demokratîk bi diyalog, pirrengî û azadiya aştiyane ya derbirînê tên xurt kirin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Daxuyaniyê zelal kir ku ji bo Bahar Elî ti îmtiyazên taybet nayên xwestin. Ji prensîba ku azadiya raman û derbirînê mafek bingehîn ê mirovane tê. Divê ev maf ji ber cûdahiya ramanan neyê sînordarkirin an jî sûcdarkirin. Civakên demokratîk ne bi tirs û zordariyê, bi diyalog, pirrengî û azadiya aştiyane ya derbirînê tên xurt kirin.”

Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku di serî de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî û belgeyên navneteweyî, bêyî destwerdanê mafê her kesî mîsoger dike ku xwedî nêrîn bin û bi rêbazên cûrbecûr agahdarî û ramanan bigerin, bistînin û belav bikin.

NADA’yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Em ji bo Bihar Elî muameleyek taybet naxwazin, em tenê daxwaz dikin ku mafên wê yên ku ji aliyê qanûnên neteweyî û peymanên navneteweyî ve tên mîsogerkirin, werin rêzgirtin, mafê darizandinek dadperwerane jê re bê dayîn, rûmeta wê were parastin û cudahiyên ramanan veneguhere dozeke yê sûc.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Kurdistana ku em bawer dikin, Kurdistanekî azadî, pirrengî, serweriya qanûnê û rêzgirtina rûmeta mirovan lê serdest e, ne Kurdistaneke ku tirs an jî sînordarkirina ramanê lê heye. Civakên ji xwebawer, ji ramanan natirsin, bi lêpirsînê bersiv nadin axaftinê û bi diyalog û rêzgirtina qanûnê nêzî meseleyan dibin."

Banga parastina azadiya ramanan

Hevpeymaniya NADA’yê, bang li rayedarên Herêma Kurdistanê kir ku azadiya raman û îfadeyê biparêzin, pêşiya karanîna qanûnan a ji bo sînordarkirina maf û azadiyên bingehîn bigrin û rê nedin ku ev doz di pêşerojê de wekî mînakek li dijî parêzvanên mafên mirovan bê bikar anîn.