Nada Nashat: Divê kesên gilî dikin û dibin şahîdê tundiyê bên parastin

Ji Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê Nada Nashat, diyar kir tespîtkirine şahidên bûyerên tundiyê û kesên giliyê tundiyê dikin jî nayên parastin û da zanîn ji bo parastina şahidan li ser pêşniyarek dixebitin.

Qahîre- Seroka Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê Nada Nashat, der barê xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinan û plansaziyên xwe yên sala 2024’an de axivî. Nada Nashat a pirsên ajansa me bersivand, diyar kir ji bo başkirina heqîqeta jinan balê dikşînin li ser mijarên edalet, wekhevî û azadiyê.

*Hûn wek weqf di sala 2023’an de kijan xebatan meşand? Di nava planên we yên îsal de çi hene?

Ji bilî pêşnûmeyên qanûnî yên pêşîgirtina tundiya li ser jinê, Qanûna Rewşa Kesane ya pir zêde bala beşên cuda dikşînê jî di nav de li ser gelek pêşniyarên qanûnî hatin xebitandin. Bû salek tijî xebatan. Me bi 6 saziyan re li ser pêşnûmeya Komîsyona Têkoşîna li Dijî Cûkariyê ku di Destûra Bingehîn a 2014’an de cih girtiye dest bi xebatan kir, lê hêj nehatiye pêkanîn.

Em dixwazin di hin polîtîkayên têkildarî tendurustiya pirbûn û zayendî de guhertin bên kirin. Armanc bi koman re rasterast xebat meşandin e. Her wiha, pêşdebirina biryara ‘Jin, Ewlehî û Aştî’ jî di nav de li ser projeyên din jî dixebitin. Em der barê tundiya dijîtal jî xebat dimeşînin. Yek ji daxwazên me yên di guhertina mewzuatê de di mijara rasterast ji bo mexdûrên tundiyê misogerkirina alîkariyê de projeyek me ya taybet heye.

'Em destûr nedin tu alî pozîsyona me diyar bike’

*Ji bo bi cih anîna projeyan pêdivî fînansmanê jî dibe. Gelo di vê mijarê de zehmetiyên ku hûn dijîn hene?

Şerê li Sûdan û Xezayê me beranberî hev anî. Pevçûnên li Sûdanê didome, di serî de xizmet û piştgiriya ji sivîlan re tên misoger kirin, gelek mijarên ku divê bêne çareser kirin û xebat bên meşandin derketin holê. Li Xezayê rewş cuda ye. Ji ber ku em ji sivîlên bêparastin re nikarin alîkariyek bikin. Em hêj daxwaza agirbesta bilez dikin û ji bo kesên ku li Xezayê asê mane yan jî koçberên li ser sînor re daxwaza alîkariyên tibî û alikariyên din dikin. Em hewl didin hertim bi konferans û çalakiyên herêmî û navneteweyî rewşa tê jiyîn ronî bikin.

Piştî ku fînansmana projeya pêşîgirtina qaçax mirovan ku dihat plankirin bi alîkariya Balyozxaneya Elmanya ya li Qahîreyê bê pêkanîn qut bû, em bi qeyrana malî re rû bi rû man. Ev biryara ku ji ber helwestên me yên ji bo Xezayê hat girtin, me bihêrs kir. Em rêxistinek ku ji bo tevşîkkirina mafên mirovan û rêgezên femînîstên ku bawer dikin divê li Xezayê tiştên li sivîlan tên kirin bên rawestandin, dixebitin. Em nikarin li hember tiştên pêktên bêdeng bimînin. Em gihiştin qonaxekê ku em destûr nadin tu alî pozisyona me diyar dike.

'Em li ser pêşniyarek têkildarî parastina şahidên bûyêran dixebitin'

*Hûn wek weqf li ser kîjan zagonan xebitîn?

Weqf, di pîvanek mezin de bi zagonan re mijûl dibe; em ji bo guhertina Qanûna Rewşa Kesane û  qanûnên tundiya nav malê ya çi ji jin, çi zarok an kesên astengdar ên li dijî komên herî mexdûr, xebatên xwe didomînin.

Her wiha di encama xebata demdirêj a weqf bi mexdûrên tundiyê re da meşandin de, li ser pêşniyara bi taybetî di bûyerên tundiya zayendî de ji bo parastina şahîd û gilîkaran dixebitin. Em hewl didin bi guhertinên di qanûnên din ên têkildarî avakirina Komîsyona Cudakariyê de bigihin rêgezan. Qanûn em li ser dixebitin hene. Qanûna Rewşa Kesane jî yek ji wan e. Ji ber pêdiviya lezgîn a qanûnê 17 sal in li ser tê xebitandin. Diyaloga têkildarî guhertinan her dem vekirî ye lê demek dirêj didome.

‘Ji bo derxistina yasayan zextên xwe bidomînin'

*Planên weqfê yên pêşerojê çi ne?

Em ê ji bo derxistina zagona statûya kesane û li dijî tundiyê zextan xwe bidomînin. Her wiha em jii bilî zagonek ji bo avakirina Komîsyona Cûdakiriyê û pêşnûmaya zagonê ya ji bo parastina şahid û gilîkaran jî bibin. Em ê ji bo biryara bi hejmara 1325'an a 'Jin, Aştî û Ewlejî’ avakirina rojevek neteweyî berdewam bikin.

Her wiha emê bandora guherîna avhewayê ya li ser jinan tespît bikin û ji bo tespîtkirina 6 bajarên sereke yên wê herî zêde ji vê guherînê bandor bibin jî bixebitin. Em ê ji bo teşvîkkirina mafên aborî û civakî, piştgiriya tevgera femînîst û pêşîgirtina li her cure tundiyê yên wek  sinetkirina jinan, destdirêjî, bazirganiya mirovan û tundiya nava male têbikoşîn.”