NADA ji bo jinan bang kir

NADA ji bo jinên Êzidî, Efagan, Sudan û Filistinî bang li saziyên navnetewî kir ku ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li Îranê, zextê bikin.

Navenda Nûçeyan- Tifaqa Jinan ya Demokratîk ya Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa (NADA) der barê qirkirina li dijî jinên Êzidî, Efgan, Sudan û Filistinî tê pêkanîn de daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku li gel jinan di nava piştevaniyê dene. 

Di daxuyaniyê de destpêkê bal hat kişandina ser jinên Sudanê û hate diyarkirin ku tundiya zayendî, êriş, tecawizên komî û pêkanînên koletiyê, bûye parçeyek ji polîtakayên ‘êriş û tolê’ ya li dijî jinên Sudanê ku serhildana Kandak ku jinên Sudanê dayî destpêkirin e. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku divê cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatî birîn û êrişên li dijî jinên Filistînê were şermezar kirin. 

‘Bikevin nav tevgerê’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Welat, sazî û rêxistinên navnetewî ên peywendîdar, tevî pesindanên mafê jin û mirovan, tiliyên xwe jî naqeliqînin; li hevkirinên cûda yên navnetewî, peyman, girêdanbûna bi standartên mirovan re û pêkanîna van, yan jî ên ku vana binpê dikin durutiyê di asta hesabdayînê de û îsbata herî mezin ya durutiyê ye. Em bag li sazî û rêxistinên navnetewî yên peywendîdar dikin ku vê bêdengiyê bişkînin û ji bo rawestandina binpêkirinên mafan ên li dijî jinan demildest bikevin nava tevgerê; em bang dikin ku hemû binpêkirinên mafê mirovan ên li dijî jinan, sûcên şer û sûcên li dijî mirovatiyê û asta qirkirina sîstematîk, ji binpêkirina mafên jinan hikumet û saziyên peywednîdar berpirsyar werin nîşandan û em bang dikin jin bi giştî bi taybet  qirkirina jinan ya sîstematîk ku li dijî Êzidiyan pêkhatî nas bikin. Em bang li hemû saziyên peywendîdar dikin ku ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li Îranê ku li aktivîstên jin hatî birin zextê bikin.”