NADA: Bi hêviya ji pêşerojê em ê hevgirtinê mezin bikin

NADA’yê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, diyar kir ku ew ê ji bo bidawîbûna kedxwarî, cudakariya zayendî, zilma olî û etnîkî di nava hevgirtinê de bin û têkoşînê bilind bikin.

Navenda Nûçeyan- Koalîsyona Demokratîk a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo azadî û rûmeta mirovahiyê bi hemû gelên cîhanê re di nava hevgirtinê de ne, hat diyarkirin ku ew li gel têkoşîna jinan in.

Di daxuyaniya Koalîsyona Demokratîk a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku bi gotinên “Azadî û rûmeta mirovahiyê mafek e” dest pê kir de, wiha hat gotin:

"Azadî û rûmeta mirovahiyê mafek e. Em di pêvajoya 8'ê Adarê de ne û bi hêvî li pêşerojê dinêrin. Em xîreta jinên ku li herêmên Ereb û Rojhilata Navîn, rastî gelek zehmetiyan tên û ji bo aştî, ewlehî û wekheviyê hewl didin bi rêzdarî silav dikin. Têkoşîna jinan a li Filistîn, Sûriye, Yemen, Lîbya, Sûdan û Kurdistanê heta şer û pevçûn li van welatan ranewestin dê bidome.

Dîsa em bang li pêkhateyên demokratîk dikin ku bi jinên li Sahraya Rojava, Afganistan, Îran û Tirkiyeyê re hevgirtinê mezin bikin. Em li dijî her cure kedxwarî, cudakariya zayendî, çewisandina olî û etnîkî li ber xwe didin û têkoşîna wan a mil bi mil silav dikin.

Di 8’ê Adarê de em ê ji bo azadî û rûmeta mirovahiyê bi hemû gelên cîhanê re di nava hevgirtin û piştevaniya bê sînor de bin. Ji bo rizgarbûna jinan ji hemû qeydan, kiryarên bêedalet û zilmê em ê mafên jinan biparêzin û siberoja mirovahiyê ava bikin."