Muhafizên Şoreşê ket nava 'Lîsteya Terorê': Gel bi coşek mezin pêşwazî kir
Daxwaza Parlementoya Ewropayê ji Yekîtiya Ewropayê ya ji bo xistina Muhafizên Şoreşê ya nava "lîsteya terorê", li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan – Pêşnûmeya daxwazê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) ji bo rexnekirina polîtîkayên hikûmeta Îranê û şermezarkirina kiryarên Muhafizen Şoreşê xistina Muhafizên Îranê ya lîsteya terorê deng veda.
Piştî daxwazê welatiyên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi fîşekên hewayî şahiyan li dar xistin.