MTA’yê şemitîn û cihguhêziya di erdhejê de pêkhat belge kir
Ekîbên Midûriyeta Giştî ya MTA’yê, şemitîn û cihguhêziya li herêmên erdhejê pêkhat bi wêneyan tesbît kirin.
Navenda Nûçeyan - Ekîbên Midûriyeta Giştî ya Teknîkî û Lêgerinê ya Madenê (MTA) der barê erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 yên navenda wê Mereşê, li sahayê lêkolîn kir. Wêneyên lêkolînên sahayê yên pisporan li herêmên erdhejê lê qewimîn pêkanîn, li ser malpera MTA'yê hatin weşandin. Li gorî vê; Di lêkolînên Kirikxana navçeya Hatayê hat kirin de, hat dîtin ku kismek rêya di navenda navçeyê derbas dibe, ji ber erdhejê hinek ber bi çepê ve şemitiyê û di rê de derizînen kur çêbûne. Rêya gund ya navbera Kirikxan û Hassa û refûjde jî, heta şikandina li ser rû çêbûye, cihguhertina 2,5 metre hat tespît kirin.
Şemitînên bipergalî ya erd hatin tesbîtkirin
Hat diyarkirin ku dîsa ji ber şikestina fay ku li başûrê Hassayê hat tespît kirin, darên zeytûnan 330 santîmetre cihguhertîne. Her wiha li ser rêya navenda Hassa û kolana Hurriyetê jî ji ber şikestinê fay 310 santîmetreyî cihguhertin hat tespîtkirin. Di rêya asfaltya bakûrê Hassa 320 santîmetre, li dîwarê baxçeyê navbera Hassa û Îslahiyeyê 275 santîm, li heman herêmê çitên baxçe û li ser rê jî 350 santîmetre cihguhertin hat tespît kirin. Li başûrê Îslahiyeyê di rê û kanala avê de 370 santîm, li heman herêmê di dîwarên kevir de 450 santîm, dîsa dîwarê baxçe û rê de jî 38 santîm ji cihguhertin hat dîtin. Dîsa li bakûrê Îslahiyeyê li qadeke bi firehiya 100 metreyî, li pişt zeviyan ser li ser rû di navbera 150-190 santîmetreyî de şemitînên bipergalî ya erd hatin tesbîtkirin.
Li Nurdagi jî lêkolîn hat kirin
Di lêkolînên saha yên ekîbên li navçeya Dîlokê ya Nurdagi de jî, dîsa ji ber şikestinên fay li ser rû şemitîn hatin tesbîtkirin. Di dîwarek goristanê ya li navçeyê û li rê 250 santîm, li ser rêya nêzî viyadûkên Nurdagi jî 180 santîm, li ser rêya navenda navçeyê 280 santîm û li ser rêya stabîlîze ya bakurê Nurdagiyê jî 360 santîm şemitîna ber bi çep hat tespîtkirin. Dîsa li başûrê navçeya Kurdoxoli ya Mereşê, rêyên ku 370 santîm û 320 santîm ber bi çepê ve şemitînê hatin diyarkirin. Li ser rêya Narliya trênê jî bi qasî 270 santîmetre şemitîna çepê hat tespîtkirin. Dîsa di segmenta Kurdoxolî-Bazarcixê de jî, ji bilî şemitîna zemînê, avahîyên ronbûn yên bi şeklê volkanên qûmê pêşketinê hatin tespît kirin.