‘MSD pira hevgirtina di navbera hemû pêkhateyan de ye’

Jinên ji pêkhateyên cuda yên ku beşdarî 4’emîn Kongreya Meclisa Sûriyeya Demokratîk bûn, têkildarî rol û beşdariya MSD’ê di yekgirtina pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de her wiha xurtkirina rola jinan di qada siyasî de axivîn.

Reqa - Yek ji girîngtirîn stûnên MSD`ê rêzgirtin û parastina mafên hemû pêkhateyên herêmê û tevlikirina wan a pergala neteweya demokratîk e ku biratiya gelan esas digre. Jinên ji pêkhateya Êzidî, Suryan û Tirkmen beşdarî 4’emîn Kongreya Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê bûn, ji ajansa me re axivîn.

‘MSD bersiva hemû siyasetên nijadperest e’

Endama Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojavayê Kurdistanê Hediya Şemo di destpêkê de 4’emîn Kongreya Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê li hemû pêkhateyên Sûriyeyê pîroz kir û got: “Lidarxistina kongreya MSD’ê di vê dema hesas de girîng e. Bi taybetî di van demên ku Sûriye bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî rastî siyaset û geşedanên cuda tên. Bêguman ev kongre bersiv e ji bo hemû siyasetên nijadperest. MSD’ê dikarîbû hevgirtinekê di navbera hemû pêkhateyên de ava bike.”

Hediya Şemo destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her mirov ji pêkhate û olên cuda bi deng û rengê xwe beşdarî qadên jiyanê dibin û got: “Di vê kongreyê de hevgirtina pêkhateyan xurtir dibe, tevî planên tevlihevî û fitneyê, hevgirtin bi ser dikeve. Em nikarin xwe beşeke cuda bibînin, di encamê de em hemû gelên Sûriyeyê ne. Sûriye ya gelên Sûriyeyê ye.”

‘Peyamên zelal nêrînên siyasî diyar dikin’

Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Qada Sûriyeyê Îlham Metlê jî da zanîn ku dê çend xalên MSD’ê li gorî hevpeymana civakî ya ku hat derxistin werin guhertin û wiha pê de çû: “Weke ku em dizanin, Encûmena Sûriyeya Demokratîk hevbendiyeke siyasî ye ku komeke mezin ji partiyên siyasî di nava xwe de dihewîne û ji bo yekitiya gelên herêmê di nava vê erdnîgariyê de kar dike. Em îro di konferansê de ne tenê ji bo pêkhateyek, ji bo hemû pêkhateyên vê erdnîgariyê axivîn.”

‘Nûnertiya pêkhateya Suryan di MSD’ê de’

Îlham Metlê got ku nûnertiya pêkhateya Suryan erênî ye û got: “Hêjayî gotinê ye ku nûnertî û roleke mezin a pêkhateya Suryan di nava Meclisa Sûriyeya Demokratîk de hebe. Bi taybetî jinên Suryan ên ku di salên dirêj de berî avakirina meclisê jî rastî gelek kiryaran hatin weke pêkhateya Suryan. Ev jî gaveke girîng e ji bo me.”

‘Em hêvî dikin ku ev proje bibe nexşeriya hemû Sûriyeyê’

Berpirsa Ofîsa Têkiliyên MSD’ê ya Kantona Reqayê Emel Dada ku ji pêkhateya Tirkmen e jî got: “Em weke Tirkmenên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava MSD’ê de xwedî nûnertî ne, em ji bo serkeftina vê projeyê xwedî hêviyeke mezin in. Em bawer dikin ku dê ev projeya demokratîk bibe nexşeriya tevahiya Sûriyeyê.”