MSD’ê ji bo diyaloga li Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir

MSD’ê bang li hêzên navneteweyî yên demokratîk kir ku ji bo çareseriyek demokratîk û ne navendî, tevli guftûgoyên der barê Sûriyeyê de bibin.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê qeyrana Sûriyeyê ya di 15’ê Adarê dest pê kir de daxuyanî da.

Daxuyaniya ku li Navenda Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê hat dayîn, ji aliyê Hevseroka MSD’ê Emîne Omer ve har xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Berê şoreşa Sûriyeyê hat guherandin û ket xizmeta berjewendiyên aliyên ku tu eleqeya wan bi hêvî û xeyalên Sûriyeyiyan re nîn e. Lê li aliyê din destkeftiyên dîrokî jî hatin bidestxistin. Di destpêkê de qalibên fikrî û siyaseta berê hatin şikandin, xwebawerî zêdetir bû. Ev her du destkeftî divê ji dest neçin.”

‘Nakokiyên siyasî yên ku xizmetê ji berjewendiyên hêzên hegemon re dikin bi dawî bikin’

Di daxuyaniyê de lehengî û fedakariya jin û mêrên Sûriyeyî ya li djiî zordestî û dagirkeriyê hat silavkirin û hat destnîşankirin ku MSD piştgiriyê dide daxwazên azadî û rûmetê yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û wiha bi dawî bû: “Em bang li hemû welatparêz û dilsozan dikin ku hevgirtî bin, yekitiya niştimanî bi pêş bixin û nakokiyên siyasî yên xizmetê ji berjewendiyên herêmî û navneteweyî re dikin bi dawî bikin. Her wiha banga me ji bo hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk ên çalak ew e ku ji bo avakirina pêşdîtineke nû ya ji bo Sûriyeya demokraîk û ne navendî, tevli guftûgoyên ji bo Sûriyeyê bibin.”