MSD bertek nîşanî êrîşa li dijî navenda xwe da: Wê têkoşîna me bidome

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) êrîşa li dijî navenda xwe ya li Qamişlo şermezar kir û got: “Li Sûriyeyê hate îstiqrareke siyasî pêkwere, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Navenda Nûçeyan- Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişa duh (26’ê Sibata 2024) ya li dijî avahiya meclisê ya li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê daxuyaniyek nivisîkî weşand.

Di daxuyaniya MSD’ê de ev tişt hate gotin:

“Şeva 26’ê Sibatê êrişeke terorî li dijî navenda me ya li bajarê Qamişloyê hat pêkanîn. Kesên nenas bombeyek avêtin hundirê sûra avahiyê. Ziyanên êrişî tenê madî bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolîn daye destpêkirin.

Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Kesên li pey vî êrişê helwesta me ya nîştimanî ya xurtkirina diyalogên navxweyî ya ji bo pêkanîna demokrasiyê li welat dikin hedef.

Em ji raya giştî re teqez dikin ev êrîş me ji xebatên ji bo pêkanîna armancên ku em pê bawer in dûr naxe. Em ê têkoşîna xwe heta îstiqrareke siyasî ya Sûriyeyê dixwazin, pêk were berdewam bikin.”