MPKE derbarê Tirkiyeyê de raporek weşand

Raportorên MPKE ya Tirkiyeyê di rapora serdana xwe ya Tirkiyeyê de, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi bîr xistin ku 5 raporên CPT'yê ji ber destûr nedane nehatine weşandin.

Navenda Nûçeyan- Yek ji raportorên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ya Tirkiyeyê Stefan Schennach, têkildarê serdana xwe ya di navbera 11-14'ê Hezîrana 2024'an a li Tirkiyeyê de raporek amade kir. Di rapora ku ji aliyê Schennach û Jîll Mortimer ve hate amadekirin de, behsa şertên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. 

Tecrît hate destgirtin

Di raporê de têkildarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev tişt hate gotin: "Derbarê rewşa birêz Abdullah Ocalan de ku niha li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin, ez hatim agahdarkirin. Ji Adara 2020'an û vir ve ti kes ji xizmên wî nekarîn serdana wî bikin û herî dawî di Adara 2021’an de bi telefonê bi birayê xwe re axiviye. Ji Tebaxa 2019'an û vir ve jî ti parêzer pê re hevdîtin nekiriye.”

Di raporê de her wiha hate gotin ku 5 raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) ji ber ku rayedaran destûr nedane, nehatine weşandin.

Fikarên der barê girtiyên nexweş ên hatin parvekirin

Di raporê de çavdêriya li ser girtîgeh û şert û mercên girtinê yên li Tirkiyeyê cih girt û fikarên têkidarê qerebalixiya girtîgehan û cezayên girtîgehê yên salên dirêj û dema ragirtinê hate nirxandin.

Di rapora ku nirxandinên berfireh li ser Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala yê di Doza Gezî de hat girtin hat kirin de, fikarên xwe yê derbarê girtiyên nexweş ên giran hatin parvekirin.

Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku tevî peyama 'sifir tolerans' a ku rayedaran li Tirkiyeyê dane jî di salên dawî de di bin kontrola polîsan de û li girtîgehan êşkence û muameleya xerab zêde bûye û hat gotin Tirkiye pêşveçûna xwe ya di vê qadê de serûbin kiriye. Di raporê de mirinên li girtîgehên Tîpa F’yê jî hate destgirtin.

Divê Tirkiyeyê biryarên DMME’yê bi cîh bîne

Di raporê de biryarên DMME’yê yên ji aliyên Tirkiyeyê ve nayên bicihanîn jî hatin nirxandin û hate destnîşankirin ku ev biryar têkildarî binpêkirinên azadiya  xweîfadekirin û ragihandinê, binpêkirinên azadiya kombûn û birêxistinbûnê, binpêkirinên azadiya hizirîn, wijdan û baweriyê,  xebitîna edaletê, bêbandorbûna lêpirsînên têkildarî çalakiyên hêzên ewlekariyê, bêcezabûn û tundiya navmalbatî ne.

Çavdêr, di hevdîtîna li gel rayedaran ya li Enqereyê de diyar kir ku bicihanîna biryarên DMME’yê berpirsiyariyeke qanûnî ya  Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û bang li rayedarên Tirk kir ku tavilê biryarên têkildarî Demîrtaş û Kavala bi cih bînin.

Rapotor têkildarî polîtîkayên desteserkirina yên li ser şaredariyên HDP û DEM Partîyê jî nirxandinên xwe kirin û diyar kir ku di hemû hevdîtinên li gel rayedaran de ev mijar jî anîye ziman