MPC ji bo eşkerekirina çarenûsa windayan dixebite

Komîteya Têkildarî Kesên Winda ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (MPC) ji bo eşkere kirina çarenûsa kesên di dema şer de winda bûne de dixebite.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Aloziya 12 salan a Sûriyeyê bi kiryarên Hikûmeta Şamê yên çewisandinê, her wiha şerê DAIŞ û Tirkiyeyê yê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qeyraneke mirovî bi xwe re anî. Yek ji encamên van şeran, bi taybetî şerê DAIŞ û êrişên dewleta Tirk bû sedema windabûna bi sedan jin, mêr û zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ev bi salan e çarenûs û cihê wan ne diyar e.

Endama Komîteya Têkildarî Kesên Winda ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (MPC) parêzer Nisrîn Hisên, derbarê avakirin, armanc û hûrguliyên komîteyê de axivî û got: “Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiva vê bangê da û komîteya MPC’ê ava kir. Komîteya Têkildarî Kesên Winda li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê MPC saziyeke nû ye di çarçoveya Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser de, di Tebaxa 2023’an de hat avakirin û gelek erkan pêk tîne. Ev komîte armanc dike ku çarenûs û cihê kesên winda derxe holê. Ji bo avakirina danehevek bi navê kesên winda, komîte li bajarên Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrezor, Kobanî, Minbic, Kampa Şehbayê hatin avakirin û komîteyê dest bi xebatên xwe kirin. Komîteya Qamişlo, Reqa û Hesekê roja Şemî û Yekşemê pêşwaziya malbatan dikin ji bo rewşa kesên winda binirxînin agahiyan berhev dikin.”

‘Şer di zêdekirina tarjediya Sûriyeyê de roleke mezin lîst’

Nisrîn Hisên destnîşan kir ku windabûna mirovan yek ji encamên şerê dirêj ê li Sûriyeyê ye û wiha got: “Weke tê zanîn li her cihê ku şer hebe, her kiryar tên kirin. Di dema êrîşên  DAIŞ û Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kes winda bûn. Em ji malbatan daxwaz dikin ku formên xwe bi agahiyên berfireh û herî dawî yên der barê kesên winda de dagirin. Dosyaya windayan; dosyayeke girîng e û pêwîst e bal li ser bê kişandin. Gelek winda hene di zindanên Tirkiyeyê, Hikûmeta Şamê û heta DAIŞ’ê de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Ji ber vê yekê, hevkariyeke mezin ji derdorê hewce dike da ku ev armanc bigihîje serî.”

10 sal in kurê wê winda ye û hê jî bi hêviya vegerê dijî

Heda Ehmed Başa ji gundê Hemedan ê navçeya Til Hemîsa bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Kurê wê Hewas Necim ê 30 salî şervanê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bû, di sala 2014’an de di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de li ser rêya M4 winda bû, ji wê demê ve heta îro tu agahî jê tune ye û wiha got: “10 sal in kurê min winda ye, min berê xwe daye vê komîteyê bi hêviya hînbûna çarenûsa wî û dîtina wî. Ez dixwazim bizanibim sax e yan mirî ye. Ev rewşa bi sedan malbatan e, jin, mêr û zarok çûn.”

Komîteya Qamişloyê ji 10’ê Sibatê ve dest bi pêşwaziya malbatan kiriye. Komîte dibêje ku piraniya malbatên serlêdan dikin didin zanîn ku zarokên wan di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de winda bûne. Piraniya windayan jî jin û mêr in. Heta niha nêzî 40 malbatan serlêdan kirine û hê jî berdewam dike, dema bidawîbûna vê xebatê jî ne diyar e.