NÇM: Xwedîderketina Kobanê ne sûc e

NÇM'ê banga xwedîderketina li Doza Kobanê ya wê sibê bê dîtin kir û wiha got: "Xwedîderketina Kobanê ne sûc e.”

Navenda Nûçeyan- Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), der barê danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku wê sibê bê dîtin de, li avahiya xwe ya Beyogluyê civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hunermend Dîlan Suyu ve hat xwendin.

Dîlan Suyu, diyar kir ku hikûmet di hilbijartinên 2015'an de li hemberê daxwazên aştî, azadî û wekheviyê hilweşiyaye û ji ber vê yekê Doza Kumpasê ya Kobanê xistiye meriyetê û wiha got: "Darizandinên heyî tê wateya darizandina daxwazên rewa yên gelê Kurdan û parastina DAIŞ’ê ku rêxistina terorîst a herî hov a cîhanê ye. Em bi biryar destnîşan dikin ku em vê pêvajoya tolhildanê ya li dijî wijdan, exlaq û hiqûqê qet qebûl nakin û em ê qebûl nekin. Ger behsa makezagoneke nû û niyeta aştiya civakî bê kirin, encax berdana hemû siyasetmedaran dikare bibe destpêka serdemek nû. Divê baş bê zanîn ku biryarên berovajî vê derbeyek mezin a li dijî aştiya civakî ye.”

Banga beşdarbûna danişîna biryarê

Dîlan Suyu bi gotinên; "Xwedîderketina li Kobanê ne sûc e” destnîşan kir ku Kobanê di heman demê li dijî tarîtiya DAIŞ’ê rengê hunerê ye û wiha got: “Li ser vê bingehê em weke hunermendan bang li gelê xwe dikin ku şopdarên Doza Kumpasê ya Kobanê ku wê di 16'ê Gulanê de bê dîtin bibin û li dijî vê bêhiqûqiyê xwedî li têkoşînê derbikevin.