MKGP: Em ê xwedî li têkoşîna Nagîhan Akarsel derkevin

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê diyar kir ku ew ê xwedî li bîranîn, mîras û têkoşîna Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Rojnameger Nagihan Akarsel derkevin.

Navenda Nûçeyan- Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamayê (MKGP) der barê salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de daxuyaniya nivîskî da û banga tevlibûna çalakiya ku li Amedê ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel were lidarxistin kir û wiha hat gotin: “Em ê di çalakiya bibîranîna Nagîhanê de li dijî neheqî, bêhiqûqî, girtin, binçavkirin, qetilkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Rewşa Tirkiyeyê ya di warê ramana azadiyê karê rojnamegeriyê her ku diçe dijwartir dibe. Binpêkirina mafên rojnamegeran û neheqiya li hemberî wan bi dawî nabin. Her roj em bi binpêkirina mafên rojnamegeran hişyar dibin. Bi taybetî êrîşeke sîstematîk a li dijî rojnamegerên jin di meriyetê de ye. Lê belê tevî hemû zext û zordestiyan rojnameger kedeke mezin di bin banê çapemeniya azad de didin ji sekna xwe xet şaş nabin, her dem di lêgerîna rastî û heqîqetê de îsrar dikin. Wê rojnamegerên jin ên li dijî binpêkirina mafan li ber xwe didin bi awayekî bi rûmet pîşeya xwe bidomînin û nûçegihaniya xwe di nava civakê de biparêzin.

‘Li Kurdistan û Tirkiye ewlehiya rojnamegeran nîn e’

Niha li Kurdistan û Tirkiyeyê ewlehiya rojnamegeran tune ye. Nikarin bi awayekî azad pîşeya xwe bidomînin. Muameleya nebaş li wan tê kirin û gef li wan tên xwarin. Tenê rojnamegerên alîgirên desthilatdariya heyî dikarin karê xwe bikin. Lê belê gelek caran şopandina nûçeyan a rojnamegerên çapemeniya azad tê astengkirin. Ji aliyê raman û xweîfadekirinê ve jî tên astengkirin. Rojnameger bi awayekî bêhiqûqî tên darizandin, doz li wan tên vekirin û tên girtin. Niha li Tirkiyeyê 63 rojnameger bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de tên girtin. Ev binpêkirinên mafên rojnamgeran asta demokrasî û azadiya li Tirkiyeyê dide nîşandan.

‘Binpêkirinên mafan berdewam dikin’

Binpêkirina mafan, êrîş û zextên li ser rojnamegerên çapemeniya azad li çar aliyên Kurdistanê berdewam dikin. Li hemû aliyên Kurdistanê rojnameger tên girtin, dibin hedef û tên qetilkirin. Rojnameger Nagîhan Akarsel a ku kedeke mezin di qadên cuda de da û bû yek ji sembola têkoşîna doza gelê Kurd jî sala borî li bajarê Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Rojnameger, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Akademîsyen û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniyê bi êrişa çekdarî hat qetilkirin. Şopînera heqîqetê, têkoşer û berxwedêra azadiya jinan Nagîhan Akarsel a bi awayekî wêrek tevî hemî zordestiyan li ber xwe da û serî netewand, bi êrîşeke hovane hat qetilkirin. Em vê êrîşê li dijî hemû jinên Kurd dibînin. Di şexsê Nagîhanê de ev êrîş li hemû jinên Kurd û li doza gelê Kurd hatiye kirin.

Nagîhan ji bo avakirina Akademiya Jineolojiyê ya li Silêmaniyê û her wiha ji bo avakirina Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê dixebitî û di vî warî de ji jinan re bû feyzeke mezin. Bi sekin û helwesta xwe bandor li gelek kesan kir. Ji bo em xwedî li vê helwest û sekna bi qîmet derkevin her wiha ji bo em xwedî li têkoşîn û mîrateya Nagîhanê derkevin em ê jî wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) sibehê êvarê saet di 17.00'an de li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya li Amedê tevli çalakiya bibîranîna Nagîhan Akarsel bibin. Em ê di çalakiya bîranîna Nagîhanê de li dijî neheqî, bêhiqûqî, girtin, binçavkirin, qetilkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin. Em ê li dijî zihniyeta yekperest, baviksalarî ya jinan diçewisîne, qetil dike, tundiyê li wan dike dengê xwe bikin yek. "