MKGP: Di 3 mehan de 10 rojnamegerên jin hatin binçavkirin

Di rapora binpêkirina mafan a ji aliyê MKGP'ê ve li hemberî rojnamegerên jin hat amadekirin de, hat diyarkirin ku di 3 mehan de 10 rojnameger hatine binçavkirin û 5 rojnameger jî rastî îşkenceyê hatine.

Navenda Nûçeyan - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) rapora ku derbarê binpêkirinên mafan ên li bajarên Tirkiye û Kurdistanê yên li hemberî rojnamegerên jin ên di nava 3 mehan de eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku bi her cure zextan pêşî li mafê nûçegihaniyê yê hemû rojnamegeran bi taybet jinan hatiye girtin.

'Aqlê mêr-dewletê ji bo ku rastî negihêje raya giştî hewl dide'

Di raporê de hat destnîşankirin ku rojnamegerên jin tevî êrîşên dewleta zilam-dewlet jî erk û xebatên xwe didomînin û wiha hat gotin: “Aqlê mêr-dewletê ku ji bo ku rastî negihêje raya giştî hem di qada  dîjîtal de, hem di qadê bi xwe de gelek hewl da, li hemberî rojnamegeran tacîzên xwe yê darazê domand. Li hemberî rojnamegeran ne tenê li derve, li hindûr (girtîgeh) jî pêkûtî û binpêkirin tê jiyankirin.”

5 rojnameger rastî îşkenceyê hatin

Di raporê de hat diyarkirin ku di nava 3 mehan de 10 rojnameger hatine binçavkirin û 5 rojnameger jî rastî îşkenceyê hatine. Di rapora ku rojane li ser binpêkirinên mafên mirovan û pêvajoyên darazê yên li hemberî rojnamegerên jin de agahiyên berfireh tên dayîn de, navên rojnamegerên jin ên girtî jî tên parvekirin. Rojnamegerên jin ên girtî wiha ne: Derya Ren, Dîcle Mûftûoglû, Dîlan Oyunş, Elîf Ersoy, Hatîce Duman, Nadiye Gurbuz, Ozden Kinik, Ozlem Seyhan, Sîbel Mustafaoglu û Tûlay Canpolat.