MKG û DFG: Çapemeniya azad li dijî êrîşan ti carî gav paşve neavêt
MKG û DFG, nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevan Ezîz Koyluoglu ji aliyê dewleta Tirk ve da û got, “Çapemeniya azad heta niha li dijî tu êrîş, kuştin, girtin û binçavkirinê bêdeng nema, dê ji niha û şûnde jî bêdeng nemîne.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250208-20250208-20250208-dfg-mkg-logo-arsiv-jpg25dad6-image-jpg13613d-image-jpg44546f-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li dijî êrîşên li ser çapemeniyê û qetilkirina rojnameger Azîz Koyluoglu daxuyaniya hevpar dan.
MKG û DFG’ê, di daxuyaniyê de diyar kirin ku kedkarên çapemeniya azad li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û çar aliyê cîhanê hewl dide ku heqîqetê bi raya giştî re parve bike û gotin: “Di şertên herî zor de û tevî hemû rîskan, ketiye pey şopa heqîqetê û hewl dide heqiqetê ronî bike. Di vê rêya heqîqetê de gelek hevalên me şehîd bûn. Hatin binçavkirin û girtin. Tevî hemû êrîş, zext û tundiya desthilatdariyê ya li dijî kedkarên çapemeniyê jî kedkarên çapemeniyê dest ji vê lêgerîna xwe bernedan. Kedkarên çapemeniya azad gav paşve neavêt û lêgerîna xwe ya heqîqetê berdewam dike.”
MKG û DFG'ê qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglu şermezar kirin û wiha cih dan daxuyaniyê: “Kedkarekî din ê çapemeniya azad di êrîşa hewayî de hat qetilkirin. Tirkiyeyê di 27ê Çile de li navçeya Ranya ya Silêmanyeyê rojnamevan Azîz Koyluoglu qetil kir. Azîz Koyluoglu, ji destpêka 2000’î heta niha dest bi rojnamevaniyê kir û kedkarê çapemeniya azad e. Di her qadê çapemeniyê de ked da. Li Hêwler, Silêmaniyê Kerkuk, Mexmûr’a, Dêrik, Efrîn û gelek bajarên din rojnamevanî kir. Em êrîşa li dijî rojnamevanan û kuştina rojnamevanan şermezsar dikin. Di 6 mehên dawî de 5 hevalên me yên rojnamevan hatin qetilkirin. Tirkiyeyê bi SÎHA’yê di 23’yê Tebaxa 2024’an de rojnamevan Gulîstan Tara û Hero Bahaddîn li Silêmaniyê qetil kir. Di 19’ê Kanûna 2024’an de Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser rêya Sirin û Tişrinê di êrîşa SÎHA’yê de hatin qetilkirin. Gelek hempîşeyên me yên li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî di 7’ê Sibatê de rojnamevan Oznur Deger, bi sedema ku wêneyên Nazim û Cihan parve kir hat girtin.”
MKG û DFG’ê bang li hemû saziyên demokratîk, civakî û mafên mirovan kir û gotin: “Em bang li hemû beşên civakê, rêxistinen demokratîk û parazvanên mafên mirovan dikin ku li dijî kuştin, girtin û binçavkirina rojnamevanan dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Em careke din soz didin ku em ê pênûs, kamera û wênekêşa hevalên xwe yên hatin qetilkirin û girtin li erde nehêlin. Çapemeniya azad heta niha li dijî tu êrîş, kuştin, girtin û binçavkirinê bêdeng nema, dê ji niha û şûnde jî bêdeng nemîne.”