MKG û DFG: Çapemeniya azad dengê civaka demokratîk e
MKG û DFG’ê bi boneya Roja Çapemeniya Azad daxuyaniyek dan û diyar kirin ku tevî guhertina serdeman jî zextên li ser çapemeniyê nehatine guhertin. Komeleyan banga xurtkirina xeta aştiyê kirin û gotin: "Bi yek rastiyê qesrê wan hildiweşin."
Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî Roja Çapemeniya Azad daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilat ji bo civakê kontrol bike, serî li hezaran rêyan dide û hate destnîşan kirin: “Riya sereke jî berovajîkirina rastiyan e. Ji bo ku rastî dernekevin holê û li gorî xwe rojevê ava bikin, desthilatdar saziyên taybet vedikin û butçeyên milyar dolar vediqetînin. Lê bi yek rastiyê ew kuleyên wan hildiweşin. Bi yek dîmenî kelhên derewan dihêrivin.”
Roja Çapemeniya Azad hate pîroz kirin
MKG û DFG’ê di dest pêkê de Roja Çapemeniya Azad li hemû kedkarên çapemeniyê, bi taybetî jî li kedkarlarên çapemeniya azad pîroz kirin û wiha anîn ziman: “Hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin û dilsoziya bi wan re careke din dubare dikin. Ev çend roj e li Kurdistanê û derveyî welat bi sedan cangorî tên bibîranîn. Em careke din rastiya ku wan daniye holê dibînin û deyndariya xwe ya ji bo wan tînin ziman. Ev bedelên giranbuha ku hatin dayîn, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo civaka exlaqî û polîtîk hatin dayîn. Heke îro li çar aliyên cîhanê di kolanên paytextan de dirûşmên 'Jin Jiyan Azadî' tên berzkirin, ev bi saya van şehîdan e. Heke îro behsa jiyaneke wekhev a gelan tê kirin, ev bi têkoşîna van şehîdan e.”
48 salên têkoşîna bênavber
Komeleyan da zanîn ku kevneşopiya çapemeniya kurd a ku bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir û bi Ronahî û Hawarê domiya, bi Serxwebûnê gihişte asteke din û wiha lê zêde kirin: “Ev riya ku bi Mezlum Doganan dest pê kiriye 48 sal e bênavber didome. Wekî dara çinarê bi heybet berê wê li asîmanan e, wekî dara berûyê xwedî rayên saxlem e ku xwe bi axê ve zexm kiriye. Di her kêliya ku hate xwestin biperçiqînin û tune bikin de, her carê mezintir bû. Di kêliya ku şaxek hate şikandin de, deh şaxên din lê zêde bûn. Û îro vaye bi hezaran em li vir in, li her derê ne. Çi li Başûr û Bakur, çi li Rojhilat û Rojava, çi li Ewropa û Amerîkayê, li her derê cîhanê şopa li pey heqîqetê didome.”
‘Serdem guherîn lê zextên li ser çapemeniyê neguherîn’
Komeleyan di berdewamê de anîn ziman ku ew dizanin karê rojnamegeriyê gelek zehmet e û ev nirxandin kirin: “Dema erdnîgarî dibe Kurdistan, ev zehmetî zêdetir dibe. Di çil salên dawî de bi sedan rojnameger hatin qetilkirin û bi hezaran rastî lêpirsînan hatin û hatin girtin. Avahiyên rojnameyan hatin bomberbarankirin û rojnameyên ku hê nehatibûn çapkirin hatin qedexekirin. Dem guherî, desthilat guherîn lê xetere û zordariya li ser çapemeniyê neguherî. Serdema rojnamegeriya çapkirî derbas dibe û serdem dibe serdema dijîtalê. Mixabin tiştek naguhere, ew jî polîtîkayên desthilatdaran e. Yên ku duh avahiyên rojnameyan didan teqandin, îro jî malperên ajans û rojnameyan digirin. Cerdevanên ku duh cil û bergên welatparêziyê li xwe dikirin û piştre rojnameger qetil dikirin, îro bûne cerdevanên dijîtal û her roj heqîqetê qetil dikin. Di bin kirasên cuda de êrîşî nirxên civakê dikin. Ew jî têr nake, weşanên alîgir bi zimanekî qirêj mafên herî rewa terorîze dikin.”
Banga aştiyê û çareseriyê
Komeleyên MKG û DFG’ê bang kirin û wiha pê de çûn: “Em wekî kedkarên çapemeniya azad dixwazin bangewaziyekê jî bikin. Erdnîgariya me êdî ji pevçûn û şer westiyaye. Bangewaziya me ji bo kedkarên çapemeniyê û derdorên demokrat û azadîxwaz e. Ji bo aştiyeke mayînde hewce ye ku em li dora aştiyê bibin xelek. Ji bo ku aştî bi ser bikeve, divê dengê aştîxwazan ji yê şerxwazan bilindtir be. Em nehêlin daxwaz û armanca azadiyê di nav qelebalixa şerxwazan de wenda bibe. Her wiha desthilat jî divê demildest pêdiviyên pêvajoyê pêk bîne û azadiya fizîkî ya serokomarê/sermuzakerevanê aliyê kurd birêz Abdullah Ocalan pêk bîne.”
‘Divê em ala cangoriyan bilind bikin’
MKG û DFG’ê wiha daxuyaniya xwe bi dawî kirin: “Di van rojên ku cangoriyên azadiyê tên bibîranîn û banga xwedîderketina li xeyal û armancên wan tê kirin de, divê em şehîdên çapemeniya azad bi bîr bînin û ala ku wan bilind kiriye, em jî bilindtir bikin. Çapemeniya azad di qebûlkirina hebûna Kurd de peywireke girîng pêk anî. Niha peywireke din li pêşiya çapemeniya azad e, ew jî bûyîna dengê civaka demokratîk. Tenê ne li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê ji bo jiyaneke azad û wekhev pêdivî bi civaka demokratîk heye. Çapemeniya azad jî di vê demê de bi berpirsiyariya rojnamegeriya aştiyê tevgeriya. Bi vemirandina dijberiyan re li hemberî xeta şerkeriyê, xeta azadî, wekhevî û aştiyê xurt kir û ji îro pê ve jî dê bi heman helwestê erka xwe bîne cih.”