Li Viyanayê têkildarî zayendperestiya civakî konfarans hate li darxistin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Avesta û Akademiya Jineolojiyê bi dirûşma 'Em zayendîperestiya civakî ji holê rakin, hevjiyana azad ava bikin' konferansek hate lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de dest bi karên ji bo veguherîna civakî kir. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Avesta û Akademiya Jineolojiyê bi dirûşma 'Em zayendîperestiya civakî ji holê rakin, hevjiyana azad ava bikin' konferansek hate lidarxistin.
Li gel Kurdên li Viyanayê her wiha ji bajarên Linz, Graz û Salzburgê jî gelek Kurd tevlî konferansê bûn.
Li salona konferansê wêneyên Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn hatin daliqandin. Her wiha pêşangehek ji wêneyên gundê jinê Jinwar hate nîşandan.
Ji TJK-E'yê Zîlan Diyar weke axaftvan beşdarî konferansê bû. Di konferansê de pênaseyên weke veguherîna mêr, hevjiyana azad û xwebûnê, rola van pênaseyan di veguherîna civakî de hatin nîqaşkirin.
Zîlan Diyar anî ziman ku konferans pêwendiya xwe bi rojeva gelê Kurd re heye û got: “Di demeke bi vî rengî de ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em li ser veguherînê diaxivin, divê perspektîfên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê bêne fêhmkirin û bicihanîn.”
Zîlan Diyar di axaftina xwe de behsa zayendîperestiya civakî çawa di mejî û jiyanê de ava bû, ji aliyê dîrokî ve çawa mayinde bû û di mijara jiholêrakirina zayendîperestiyê de kir û işaret bi hewldanên teorîk û pratîkî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd kir.
Di konfaransê de gelek mijar hatin nîqaşkirin
Zîlan Diyar destnîşan kir ku di têkbirina zayendîperestiya civakî de veguherîna mêr diyarker e û got: "Mijar li ser bingeheke zanistî hate nirxandin, îradeya veguherînê hate daîmîkirin û di heman demê de tedbîrên pratîkî hatin wergirtin ku vê yekê wisan kir ku weke tevger em bi pêş ve biçin."
Di beşa dawî ya konferansê de beşdarvan axivîn û qala zor û zehmetiyên di nava têkiliyên malbatî û civakî de kirin. Her wiha pêşniyarên şênber ji bo xurtkirina karên bi vî rengî kirin.
Konferans bi dirûşma 'Jin, Jiyan Azadî' bi dawî bû.