MKG rêveberiya nû dîyar kir

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê 1’emîn Lejneya Giştî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.

Navenda Nûçeyan –  Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) 1’emîn Lijneya xwe ya Giştî li avahiya komeleyê ya Amedê pêk anî.

Gelek rojnameger û endam tevli Lijneya Giştî bûn, Bêrîvan Altan, Şîlan Çîl, Nafiye Bal ji bo meclisê hatin hilbijartin.

Rojnameger Bêrîvan Altan a ku ewil di Lijneya Giştî de axivî, bal kişand ser girîngiya hebûna komeleyên rojnamegerên jin û got ku MKG di têkoşîna li dijî zimanê mêraniyê yê çapemeniyê de xwedî qonaxeke girîng e. Bêrîvan Altan got: "Em îro pênûsa ku ji Gurbetelliyan hatiye girtin bi lidarxistina yekemîn komeleya lijneya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê berdewam dikin."

‘Gavên tên avêtin wê bersiva êrîşan bin’

Piştî axaftinê endamên rêveberiyê hatin hilbijartin. Endama Damezrîner a MKG’ê Sultan Mercen mafê axaftinê girt û got: “Em hêvîdar in ku ev lijne ji bo geşkirina rêxistinbûna jinên rojnameger bibe gavek. Têkoşîna ku bi salan e em li dijî zimanê zilamtî û zîhniyeta mêranî didin meşandin wê mezin bibe. Bi salan e bi polîtîkayên şerê taybet êrîşî rojnamegerên jin û çapemeniya azad dikin. Em hêvîdar in ku gavên îro tên avêtin bibin bersiva van.”

Rêveberên nû hatin diyarkirin

Di dawiyê de rêveberên nû hat diyarkirin. Rêveberiya komeleya nû wiha ye:

Endamên esîl ên Lijneya rêveberiyê: Sultan Mercen, Arjîn Dîlek Oncel, Safiye Alagaş, Pinar Ural, Derya Ceylan.

Endamên cîgir: Ceylan Akbaşlı, Aysel Işik, Bahar Bal, Nurcan Yalçin, Derya Us.

Lijneya çavdêriyê: Asli Erdem, Rozerîn Gultekîn, Solîn Alphan.

Endamên cîgir ên Lijneya Çavdêriyê: Bêrîvan Kayî, Lorîn Baran,  Gulçîn Şanli.