MKG rapora meha Mijdarê eşkere kir
Li gora rapora MKG ya meha Jijdarê, der barê 7 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, der barê 7’an de doz hate vekirin, darizandina 38 rojnamegeran didome.
Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) “Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegerên Jin” a meha Mijdarê eşkere kir.
Di raporê de hate diyarkirin ku zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegerên jin roj bi roj zêde dibin û wiha hate gotin: “Rojnameger dema ku pîşeya xwe dikin, ne tenê bi binpêkirina azadiya ramanê re rû bi rû dimînin, di heman demê de bi cudakariya zayendî, tundî û gefan re rû bi rû dimînin. Ev zext hem azadiya pîşeyî ya rojnamegeran û hem jî mafê gel a xwe gihandina agahiyên rast dixe xeteriyê.”
‘Dengê rojnamegeran nayê qutkirin’
Di raporê de hate destnîşan kirin ku di meha mijdarê de binçavkirin, serdegirtina malan, gefxwarin, muameleya xerab û hewldanên sansurê zêde bûye û ev tişt hate gotin:
“Bi taybetî du caran serdegirtina mala nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren a li Semsûrê, lêdana polîsan a nûçegihana JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya ya li Êlihê dema nûçe dişopand û li Stenbolê Hîlal Koylû bi darê zorê dest ji karê xwe berda, ev mînakên şênber ên herî berbiçav in.
Di vê pêvajoyê de Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna jî di 26'ê Mijdarê de hatibû binçavkirin. Di serdegirtina malan de her wiha rojnameger Tûgçe Yilmaz, Suzan Demîr, Havîn Derya, Berfîn Atli û Serap Guneş jî hatin binçavkirin. Ev operasyonên li dijî rojnamegeran ne tenê xebatên wan ên pîşeyî dike hedef, di heman demê de êrişek li dijî têkoşîna jinên rojnameger a ji bo hebûna jiyana civakî ye. Hedefgirtina rojnamegeran êrişeke zayendî ye û armanc jî ew e ku jinan ji jiyana civakî dûr bixin. Tundiya fîzîkî û psîkolojîk, gef û zextên darazê yên ku li ser rojnamegeran tên kirin, bi cudakariya zayendî re jî her ku diçe kûrtir dibe. Ev hawirdora zextê ya li dijî çapemeniya azad armanc dike ku dengê rojnamegeran bibire û rê nede ku heqîqet di civakê de were ragihandin. Pêwîst e demildest ev binpêkirin bên rawestandin, rojnameger karibin bi ewlekarî pîşeya xwe bikin û ji bo wekheviya zayendî pêk were gav bên avêtin. Divê kiryarên şîdeta fîzîkî û psîkolojîk ên li hemberî rojnamegeran bên darizandin û hemû pêkanînên ku azadiya çapemeniyê asteng dikin bên rawestandin. Weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê em careke din tekez dikin ku em ê li kêleka rojnamegerên li dijî zextan li ber xwe didin bibin. Dengê rojnamegeran nayê qutkirin; ronahiya rastiyê tu carî nayê tarî kirin. Em bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin rojnamegerên jin û Çapemeniya Azad a Kurd.”
Darizandina 38 rojnamegeran didome
Di raporê de hate detsnîşankirin ku di meha Mijdarê de 3 rojnameger rastî êrişan hatiye, li ser mala 8 rojnamegeran de hatiye girtin, 9 rojnamger ji bo îfadeyê hatine gazîkirin, 4 rojnameger rastî muameleya xirab hatine, gef li 5 rojnamegeran hate xwarin, şopandina nûçeyan ya 3 rojnamegeran hate astengkirin, derbarê 7 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, derbarê 7 rojnamegeran de doz hate vekirin, li 7 rojnamegeran bi giştî 2 sal û 3 meha û 15 roja cezayê girtîgehê û 7 hezar û 80 Tl cezayê pare lê hate birin, darizandina 38 rojnamegeran di dome.