MKG’ê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd pîroz kir
MKG’ê di daxuyaniya têkildarî Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd dayî de diyar kir ku ew ê hevgirtina di navbera rojnamevanên jin de xurt bikin û li hember zilmê mil bi mil bisekinin û nûçeyên li ser jinan belav bikin.
Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniya nivîskî weşand.
‘7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin a Kurd e’
MKG’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku heta îro jî, rojnamevan ji ber nûçeyên xwe rastî lêpirsînan tên, di şopandina nûçeyan de tên astengkirin, tên binçavkirin û girtin. Di berdewama daxuyaniya MKG’ê wiha hat gotin: “Rojnamevanên ku li deverên şer û pevçûnan dixebitin, rastî êrîşên dijwartir tên. Tevî vê yekê, kamera ranaweste, pênûs bêdeng nabe û bûyer bi berdewamî têne tomarkirin. Ji Gurbetellî heta roja îro; pênûsa me, gotinên me, têkoşîna me berdewam dike. 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin a Kurd e. Di heman demê de sêyemîn salvegera damezrandina Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ye. 8’ê Cotmehê 29'emîn salvegera koça dawî ya Gurbetellî Ersoz e. Gurbetellî Ersoz yek ji pêşengên rojnamegeriya jinên Kurd e. Ev du rojên li pey hev, rabirdû û dema niha ya rojnamegeriya jinên Kurd tînin cem hev. Rêya ku Gurbetellî vekiriye, tevî salên zilm, qedexe, binçavkirin, girtin û êrîşan, heta roja îro jî berdewam dike.”
‘Rê li ber kesên li pey wê çûn vekir’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Gurbetellî Ersoz di seranserê karê xwe yê rojnamegeriyê de, li dijî hem rewşa medyaya baviksalar û hem jî nêzîkatiya çapemeniyê ya ku ezmûnên Kurdan paşguh dike, axiviye. MKG’ê bi bîr xist ku Gurbetellî wek gerînendeya giştî ya weşanê ya Ozgur Gundemê xebitiye û wiha pê de çû: “Di demeke jin di pêvajoyên biryardanê de nedihatin hesibandin de ew bû yek ji kesayetên sereke yên polîtîkayên weşanê. Wê diyar dikir û rê li ber kesên ku li pey wê çûn vekiriye. Ew rê bi saya hewldanên bi sedan rojnamevanan, di salên borî de mezin bûye. Ji Gurbetellî Ersoz bigre heta Şîlan Aras, ji Şaristan Asmîn bigre heta Deniz Firat, heta Nûjiyan Erhan, ji Nagihan Akarsel bigre heta Hêro Bahadîn û Gulistan Tara û heta Cîhan Bîlgîn, her yek ji rojnamevanên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane, bûn beşek ji vê dîrokê. Hîn di nîvê şer de kamerayên xwe venemirandin, hîn dîroka jinan şopandin û hîn jî tiştên ku li kolanan, li odeyên nûçeyan û li zeviyan diqewimin tomar kirin.”
‘Jinan rojevên xwe diyar kirin’
MKG’ê balkişand ku ku bi salan e rojnamevanên Kurd ji bo ezmûnên gelê Kurd bidin xuyakirin dixebitin, di heman demê de li dijî zimanê medyaya ku ji hêla mêran ve serdest e û jinan paşguh dike têkoşînê dikin. MKG’ê da zanîn ku ew awayek rojnamegeriyê bipêş dixin ku tê de jin dengê xwe ava dikin û wiha domand: “Jinan kovar derxistin, ji bo rojnameyan xebitîn û ajans û televîzyon damezrandin. Ji JINHA'yê heta Şûjin, ji JinNews’ê heta JIN TV û NuJINHA, jinan nûçeyên xwe afirandin, zimanê xwe ava kirin û rojeva xwe diyar kirin. Dema saziyek dihat girtin, saziyeke din dihat vekirin. Dema rojnamevan dihatin girtin, hevkarên wan ji cihê wan berdewam dikirin.”
MKG’ê ragihand ku heta îro jî, rojnamevan ji ber nûçeyên xwe rastî lêpirsînan tên û wiha berdewam kir: “Di dema şopandina nûçeyan de tên astengkirin, tên binçavkirin û girtin. Rojnamevanên ku li deverên şer û pevçûnan dixebitin êrîşên hîn dijwartir li wan tên kirin. Tevî vê yekê, kamera ranaweste, pênûs bêdeng nabe û bûyer berdewam têne tomarkirin.”
‘Ev 3 sal in em binpêkirinên li dijî rojnamevanan dişopînin’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ji vê ezmûna berhevkirî di 7'ê Cotmeha 2023'yan de hatiye damezrandin û ev tişt hatin gotin: “Dema me MKG ava kir, me xwest avahiyekê biafirînin ku rojnamevan bikaribin li kêleka hev bisekinin, bi hev re dengê xwe li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên ku ew pê re rûbirû dimînin bilind bikin û hevdu bihêz bikin. Ev 3 sal in, em binpêkirinên li dijî rojnamevanan dişopînin, rapor dikin û bi raya giştî re parve dikin. Em bi hevkarên xwe yên ku têne binçavkirin, girtin, rê li ber şopandina nûçeyan digirin û gef li wan tê xwarin re di nav piştgiriyê de ne û em hewl didin karê rojnamevanan bidin xuyakirin. Xelatên Rojnamegeriya Jinan ku navê Gurbetellî Ersoz lê hatiye kirin jî beşek ji vê hewildanê ne. Girêdana mîrateya ku wê li pey xwe hişt bi xebata rojnamevanên jin ên îroyîn re, naskirin û nîşandana hewldanên hevdu, ji bo me girîng e.”
‘Mîrateya ku Gurbetellî Ersoz hiştiye em bi bîr tînin’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin: “Ji ber ku pênûsa Gurbetellî li pey xwe hiştibû li erdê nema. Ew di kameraya Denîz de, bi gotinên Nûjiyan, di lêkolîna Nagihan a li ser dîroka jinan de û di nûçeyên Hêro, Gulistan û Cîhan de berdewam kir. Îro jî, ew bi destên bi sedan rojnamevanên jin ên Kurd berdewam dike. Her çiqas me roja rojnamevanên jin ên Kurd pîroz kir û salvegera sêyemîn a MKG di 7'ê Cotmehê de nîşan da jî, di 8'ê Cotmehê de em careke din mîrateya ku Gurbetellî Ersoz hiştiye, bi bîr tînin. Bi vê şîara ku ji demên berê heta niha hatiye hilgirtin, em ê hevgirtina di navbera rojnamevanên jin de xurt bikin, li hember zilmê mil bi mil bisekinin û nûçeyên li ser jinan belav bikin.
7'ê Cotmehê, Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pîroz be.
Em Gurbetellî Ersoz bi rêz û hesret bi bîr tînin.”