MKG'ê: Bi binçavkirin û girtinan nikarin rojnamegeran bêzar bikin

MKG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em şahidên rojnamegeriya hevalên xwe ne. Weke xebatkarên çapemeniya azad em careke din diyar dikin ku bi binçavkirin û girtinan nikarin rojnamegeran bêzar bikin.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), derbarê danişîna Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Mûftûoglû û edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.

Li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankarta bi Kurdî û Tirkî ya "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hat daliqandin. Tevî xebatkarên çapemeniya azad, endamên DFG'ê, Sendîkaya Kedkarên Pîşesaziya Çapemenî, Weşangerî, Rojnamegerî, Grafîk-Dizayn, Çap û Paketkirinê (Basîn-Îş) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) ye. Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Şaxa Stenbolê û nûnerên gelek saziyên ked û pîşeyî tevlî civînê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Rojnameger Nezahat Dogan ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu û edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz ji ber faliyetên xwe yên pîşeyî tên darizandin! Îktidara AKP-MHP'ê ya dixwaze çapemeniyê têxe binê tekelê xwe zext, girtin, binçavkirin, astengkirin û qedexeyên li hemberî çapemeniya azad dewam dike. Bêtehemuliyeke mezin a Îktidarê li hemberî kesên ku ne wek wê ne heye. Loma jî tirsa li ser civakê dixwaze kûr bike, sûcên xwe veşêre, dixwaze rê li ber ragihandina rastiyan a ji bo civakê bigire. Ji bo vê jî her roj destdirêjiyeke nû ya darazê zêde dike. Rojnameger dibe hedef û tên kuştin. Bi awayekî nehiqûqî tên darizandin tên girtin. Darizandina rojnamegeran, lêpirsînên derbarê wan de, cezayên li wan tên birîn dewam dikin. Rojnameger ji ber ku tenê pîşeya xwe dikin loma jî zext li wan tê kirin û bi qedexeyan rû bi rû dimînin.

‘Tê xwestin bi rêya dozan jinên rojnameger bêdeng bimînin’

Di navenda operasyonên bêdenghiştina çapemeniya azad jî jinên rojnameger cihê xwe digirin. Dewlet bi hemû polîtîkayên xwe êriş dike lê belê jinên rojnameger jî rûmeta pîşeya xwe diparêzin, tevî hemû tundiyên li qadan jî parastina mafê girtina nûçeyan a civakê diparêzin. Ji ber sepanên antîdemokratîk ên îktidarê jinên rojnameger dibin hedef û tê xwestin bêdeng bimînin. Tê xwestin bi rêya dozên li jinên rojnameger tên vekirin jinên rojnameger bêdeng bimînin. Palpişta herî mezin a van polîtîkayana jî dozên hevalên me yên rojnameger in.

‘Em daxwaza azadiya rojnameger Dîcle Muftuoglu dikin’

Wê rûniştina doza edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin û wekî hincet jî nûçeyên ku çêkirine tên nîşandan û heta 22,5 salan jî ceza ji Nadiyeyê re tê xwestin. Dozgerî razandina pereyan a ji bo girtiyên ku diçû hevdîtina, xebitandina Nadiyeyê ya di Rojnameya Atilimê de her wiha nûçeyên ku Nadiyeyê derbarê komkujiya Pirsûsê de çêkiriye wekî sûc dibîne û vana dike hinceta "endamtiya rêxistinê". Di rûniştina sibehê te tê payin ku biryar bê dayin.

Rûniştina din jî ya Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu ye. Dîcle jî ji ber faliyetên xwe yên rojnamegeriyê tê darizandin û îddiayên xizmeteke rêxistinî dike tê girtin. Dîcleyê tenê li gor nêrîn û gotinên dozger tê xwestin bê cezakirin. Îddianameyeke tolhildanê ji bo Dîcleyê hatiye amadekirin û bi awayekî nehiqûqî tê girtin. Me şahidiya vî tiştî kir ! Wê di 29'ê Sibatê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina Dîcleyê bê lidarxistin. Em di vê rûniştinê de daxwaza darizandineke adîl û daxwaza azadiya hevala me ya rojnameger Dîcle Muftuoglu dikin.

‘Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin’

Em li vir dîsa dixwazin îfade bikin ku faliyetên rojnamegeriyê nikare wekî hinceta girtinê bê nîşandan. Hûn nikarin nûçeyên rojnamegeran çêkirine bike hincet û wan darizînin ! Em ê wekî dewamiya vê kevneşopiya li ser kokên zexm hatiye avakirin, gotina xwe bikin, tiştên nayên dîtin nîşan bidin û em ê binivîsin. Em ê li hemberî hedefgirtina komên medyayê yên piyonên îktidarê, serê netewînin. Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin!

 ‘Bi binçavkirin û girtinan nikarin serê me bitewînin’

Em ê wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê her tim li gel xebatkarên çapemeniya azad in. Em ê piştevaniya xwe ya bi wan re bidomînin. Em daxwaza azadiya hevalên xwe yên rojnameger ên ji azadiya xwe bêpar tên hiştin dubare dikin. Rojnamegerî do jî ne sûc bû û îro jî ne sûc e. Em wekî kedkarên çapemeniya azad dîsa dibêjin wê bi binçavkirin û girtinan nikaribin serî bi me bidin tewandin.

Em bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên pîşeyî, rojnamegeran dikin ku azadiya ramanê biparêzin, mafê girtina nûçeyan a gel biparêzin û em bi hev re têkoşînê mezin bikin!”