MKG: 7 rojnamegerên jin hêj di girtîgehê de ne

Di rapora binpêkirina mafan a meha Tîrmehê ya MKG'ê de, bal hat kişandin ku bi taybetî rojnamegerên jin ên Kurd bi tacîza edlî re rû bi rû ne û hate gotin ku 4 rojnamegerên jin hatine cezakirin û 7 rojnamegerên jin hê jî di girtîgehê de ne.

Navenda nûçeyan-Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Tîrmehê eşkere kir. Li gor raporê rojnamegerek jin hat binçavkirin, rojnamegerek jî di dema şopandina nûçeyan de hat astengkirin. Biryara derbarê doza 4 rojnamegeran de hat dayin. Darizandina 23 jinên rojnameger dewam dikin. Di girtîgehan de jî li gor meha tîrmehê 7 jin girtî ne. Rojnameger Derya Ren di 6'ê Tebaxê de hat tehliyekirin. 

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Li gor endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas ên Navneteweyî (RFS) ya sala 2023'yan Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 165'an de cih digire. Li gor RSF'ê Tirkiye ji kategoriya "bipirsgirêk" derbasî kategoriya "tirsnak" bûye û hat gotin ku zextên li ser rojnamegeran zêde bûne. Em wekî jinên rojnameger ên li Kurdistan û Tirkiyeyê dizanin ku ev tenê daneyên fermî ne, em dizanin ku zextên li hemberî rojnamegeran û binpêkirina mafên rojnamegeran hîn zêde ne. 

Li Tirkiyeya ku azadiya çapemeniyê tê paşguhkirin, tune tê hesibandin, jinên rojnameger dîsa di bin gef û dorpêça darazê de man. Sansur û zexta li ser rojnamegeran her roj hîn zêde dibe. Rojnameger bi tundî, darizandin û gefa girtîgehê rû bi rû dimînin. Îktidara ku dixwaze medyayek "yekdeng" ava bike zextên li ser rojnamegeran didomîne û jinên li qadan bi destdirêjiya polîsan rû bi rû dimînin vê carê bi darazê tên dorpêçkirin. Îktidara ku Peymana Stenbolê di şevekê de fesh kir niha jî çav berdaye mafê paşnav ê jinan. Îktidara ku êrişên li dijî destkeftiyên jinan bê navber didomîne, jinên êrişên li ser jinan dikin nûçe jî dike hedefa xwe. 

Jinên rojnameger ên kurd ên bi taybet di hedefa îktidarê de ne vê mehê jî bi êrişa darazê rû bi rû man. Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere di 29'ê Cotmeha 2022'yan de nûçegîhanên JINNEWS'ê Habibe Eren, Oznur Deger û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Diren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Ceylan Şahinli, Zemo Aggoz hatin girtin û di 16'ê Gulana 2023'yan de hatin tehliyekirin. Di doza darizandina nûçegîhanan de cezayê 6 sal û 3 mehan li hevalên me yên rojnameger Diren Yurtsever, Bêrîvan Altan Zemo Aggoz û Oznur Deger hat birîn. 

Em wekî şahidên van êrişana ji aliyekî li pîşeya xwe xwedî derdikevin ji aliyekî jî em li ser navê jinan têkoşînê didin. Li dijî êrişên îktidara dijminatiya jinan dike ya ku wê me biparêze rêxistinbûyina me û piştevaniya me ya bi hev re ye. Em di ferqiya vê yekê de ne. 

Di rapora me ya meha Tîrmehê de hevaleke me ya jin a rojnameger hat binçavkirin, hevalek me jî di dema şopandina nûçeyan de hat astengkirin. Biryara derbarê doza 4 hevalên me de hat dayin. Darizandina 23 hevalên me yên rojnameger dewam dikin. Di girtîgehan de jî li gor meha Tîrmehê 7 jin girtî ne. Rojnameger Derya Ren di 6'ê Tebaxê de hat tehliyekirin. 

Lîsteya jinên rojnameger ên girtî:

1. Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê (Di 6'ê Tebaxê de hat tehliyekirin)

2. Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 

3. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê

4. Ozlem Seyhan – Rojnameger

5. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 

6. Selamet Turan – Rojnameger 

7. Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê "