MKG: 7 jinên rojnameger di girtîgehan de ne

MKG'ê di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger de diyar kir ku di meha Adarê de jî binpêkirina mafên jinên rojnameger dewam kir û got: “Li gorî raporê darizandina 10 jinên rojnameger didome û 7 jinên rojnameger jî niha di girtîgehan de ne.”

Amed- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Adarê eşkere kir. Li gorî raporê, derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn hat destpêkirin û dozên rojnamegeran didomin. Li gorî raporê darizandina 10 jinên rojnameger dewam dike û 7 jinên rojnameger jî niha di girtîgehan de ne.

Berdewamiya raporê wiha ye:

"Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), binpêkirina mafên kedkdarên çapemeniya azad a meha adarê parve dikin. Di vê pêvajoyê de rojnamegerên hîmên çapemeniya azad in dema faliyetên xwe yên pîşeyê bi cih dianîn bi astengiyan, girtinan, êrişên fîzîkî û devkî rû bi rû man. Me jî ev binpêkirin û gelek binpêkirinên din kirin binê qeydê.

Kedkarên çapemeniya azad, dema ewlehiya mafê girtina nûçeyan a gel diparastin, bi mekanîzmayên sansur û zextên curbecur ên dixwestin gel ji van mafên wan bêpar bihêlin, rû bi rû man. Binpêkirina mafên di meha adarê de, bi taybet, bi awayê astengkirina faliyetên rojnamegeriyê, binçavkirina kedkarên çapameniya azad û darizandina wan xwe nîşan dide. Ev rewş, wekî astengiya herî mezin a li pêşiya azadiya ravekirinê û azadiya çapemeniyê derdikeve pêş.

‘Mafên çapemeniya azad û pîşeya rojnamegeriyê ji bo gelan hêmaneke jêneger e’

Di raporê de analîza hûrgulî ya binpêkirina mafan hatiye pêşkêşkirin. Her wiha em dîsa dixwazin bêjin mafên çapemeniya azad û pîşeya rojnamegeriyê ji bo gelan hêmaneke jêneger e. Êrişên li dijî azadiya çapemeniyê, ne tenê maf û azadiya rojnamegeran di heman demê de maf û azadiya civakê jî sînordar dike.

‘3 rojnameger bi muameleya nebaş rû bi rû man’

Li gorî raporê di meha adarê de 2 rojnameger hatin binçavkirin, 3 rojnameger bi muameleya nebaş rû bi rû man. Gef li rojnemgerekê hat xwarin û şopandina nûçeyan a rojnamegerekê hat astengkirin. Ev yek pîvana zextên zagonî û fîzîkî yên rojnameger dema karê xwe dikin û pê rû bi rû dimînin, radixe pêş çavan.

‘7 jinên rojnameger di girtîgehan de ne’

Derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn hat destpêkirin û dozên rojnamegeran didomin. Li gorî raporê darizandina 10 jinên rojnameger dewam dike û 7 jinên rojnameger jî niha di girtîgehan de ne.

‘Rojnamegerî ne sûc e’

Em her binpêkirina mafên kedkarên çapemeniya azad şermezar dikin û daxwaz dikin ku hemû sazî û dezgehên têkildar, ji bo zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibe, gavê biavêjin. Rojnamegerî ne sûc e, xizmeteke civakî ye û divê ev xizmet bê astengî dewam bike.

Daneyên îstatîkî yên rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a Adara 2024'an

1-) Binpêkirina ewlehî û mafê jiyanê yê jinên rojnameger

Rojnamegerên bi êrişê rû bi man: -

Rojnamegerên hatin binçavkirin: 2

Rojnamegerên hatin girtin: -

Rojnamegerên bi muameleya nebaş rû bi rû man: 3

Rojnamegerên gef li wan hat xwarin: 1

Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin: 1

Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan:  -

2-) Binpêkirinên azadiya ravekirinê û ramanê ya jinên rojnameger

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin: 1

Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin (ên berat kirin): 4

Rojnamegerên hatin cezakirin:

Rojnamegerên darizandina wan didomin: 

Hejmara kesan:  10

Hejmara jinên rojnameger ên girtî (Ji 1’ê Nîsana 2024’an heta niha ): 7

Lîsteya jinên rojnameger ên girtî:

1.Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê

2.Dîlan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat

3.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş

4.Hatice Duman – Midura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

5.Ozlem Seyhan – Rojnameger

6.Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê

7.Selamet Turan – Rojnameger "