Mizgîn Aksu: Dewlet û mêr êrîşê ku derê bikin divê em wê derê bigrin

Endama Meclisa Jinan a HDK'ê Mizgîn Aksu a ku li ser rojev, encam û rêbazên têkoşînê yên konferansa bi navê "Em Li Dijî Serdestiya Mêr Rêbazên Berxwedan û Têkoşînê Diaxivin" ku ji aliyê HDK'ê ve hat lidarxistin de axivî wiha got; “dewlet û mêr êrîşê ku derê bikin divê em wê derê bigrin” û diyar kir ku divê jin zêdetir bên cem hev.

ELÎF AKGUL 
Stenbol - Konferansa bi sernavê "Em Li Dijî Serdestiya Mêr, Rêbazên Berxwedan û Têkoşînê Diaxivin" ji aliyê HDK'ê ve di navbera 4-5'ê Kanûnê de hat lidarxistin. Piştî konferansê em bi endama Meclisa Jinan a HDK’ê Mizgîn Aksu re li ser encamên konferansê û rêbazên têkoşînê axivîn. Mizgîn Aksu da zanîn ku di konferansa du rojan de mijarên wekî keda jinan, feqîriya jinan, tundî, koçberî û serdestiya mêr hatin nîqaşkirin û diyar kir ku hemû pêkhateyên weke tevgera jinên Kurd, femînîstên sosyalîst, jinên takekesî yên ku beşdarî konferansê bûne û wiha got: "Her sazî bi şîrovekirin û rêbaza xwe ya têkoşînê xwedî encamek e.” Mizgîn Aksu got; "Ji ber polîtîkayên neolîberal feqîriyeke mezin heye lê xizaniya jinan jî parçeyek girîng a wê ye" û destnîşan kir ku jin di qadên weke keda nayê dîtin û xwedîderketina kal û pîran de jî rasterast bi bandor dibin.
"Mêranî winda dike”
Mizgîn Aksu destnîşan kir ku tundî yek ji mijarên herî girîng e û anî ziman ku hem rehenda tundiya mêr hem jî tundiya dewletê hatiye nîqaşkirin û wiha axivî: “Tundiya di nava malê de û zexta li taxan mijara gotinê ye. Lê di heman demê de, di wateya klasîk de ji tundiya mêr zêdetir tundiya civakê jî veguheriye. Jin êdî behsa tundiya derûnî, aborî û tacîza zayendî dikin. Jin dema li kolanan dimeşin bi tundiya zilamên ku nas nakin re rû bi rû dimînin.”
“Li cîhanê mêraniyek ku her diçe winda dike heye”
Mizgîn Aksu wiha domand; "Mêraniyek heye ku hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê winda dike" û wiha got; "Mêraniyêk ku ji hêz û îmtiyazên xwe vekişiyaye heye û mêr di rewşa êrîşkirinê de ne. Hêza xwe ya mêranî winda dikin û di ferqa wê de ne. Ji ber vê yekê tundiya wan jî zêde dibe, dixwazin vê hêzê ji nû ve bi dest bixin lê jin jî li dijî vê têdikoşin. Li dijî hemû jinên ku dibêjin 'na' û serî radikin tundiyek heye. Her mêrek li kolanê, jinên ku li pêşberî wan disekine, jinên ku dizanin hêza wan ji destên wan bigre wekî dijmin dibînin û ne tenê ji jinên li malê êdî ji hemû jinan ditirsin.” 
"Nîqaşên li ser sînor jî der barê mêraniyê de ne" 
Mizgîn Aksu da zanîn mêranî bi nijadperestî û neteweperestiyê xwe ji nû ve hildiberîne, dema mijar dibe koçberî, heman serdestiya mêr pêşî li jinan digre û wan li ber tundî û tacîzê dihêle, diyar kir ku nîqaşa 'sînor' a heyî ne tenê di cewherê welat de ye û destnîşan kir ku ev yek di wateya ku di hemû qadên civakê de jin di nava sînorek de tên girtin, hatiye nîqaşkirin. Mizgîn Aksu wiha axivî: “Sînor, welat, ax… Nîqaş ku wekî mêr xwediyê cih bin, çi bixwazin dikarin bikin, mêr diyar dikin ka dê kî li wê derê be û çawa dixwaze wê derê ava bike û kontrol bike, heye. Ji ber vê yekê li vir mafê jiyanê nadin tiştekî ku ne ya wan e. Dibêjin, "tu dikarî wekî jinek maqûl li vir bimînî, li ser vê axê, li vê welatê bi vê awayê dikarî bijî, ger tu ne wisa bî ez ê te dersînor bikim."
Mizgîn Aksu bi gotina  “Dewlet û mêr êrîşê ku derê bikin divê em wê derê bigrin”, diyar kir ku polîtîkaya bedenê li ser bingehê zayînê dimeşîne. Lê jin êdî li dijî vê yekê derdikevin. Mizgîn Aksu, diyar kir ku kapîtalîzm ji bo hêza kar û şer pêwîstî bi zayîna jinan dibîne lê jin êdî li dijî vê yekê derdikevin.” 
“Polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li ser hemû jinan bandorê çêdikin” 
Mizgîn Aksu da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin, tenê bi Kurdistanê re sînordar namînin û got; “Hemû polîtîkayên şer ên li wir tên meşandin bandorê li ser hemû jinan dikin. Milîtarîzm xwe li wir xwedî dike. Êrîşek li ser Kurdistanê rehetiyeke bêhempa dide mêrên li wir û tundiyê zêdetir dikin her wiha ew mêr paşê tên Stenbolê. Biçin kîjan bajarê wê tundiyê, hînbûyîna xwe ya 'ez dikarim her tiştî bikim' bi xwe re dibin. Ev jî bandorê li ser hemû jinên Tirkiyeyê dike."
Mizgîn Aksu destnîşan kir ku têkoşîna jinan ji hemû têkoşînên civakî re mînak e û got; "Tu tevgereke din a ku bi qasî têkoşîna jinan li dijî pirsgirêkek bi awayekî hevpar tevbidigere nîn e" û diyar kir ku têkoşîna jinan bertekên civakî jî vediguherîne û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e em zêdetir werin cem hev, rêbazên têkoşînê bi hev re parve bikin û bi vê awayê ji bo xwe riyek xêz bikin."