Misir bi qetilkirina Yasmînê hejiya!

Malperên medyaya civakî, bi kuştina Yasmîn Silêman ji hêla hevjînê wê yê bi navê Mehmûd Mejdî ve ku karê bijîştiya diranan dikir ve hejiyan. Kujerê bi navê Mehmûd 11 derbên kêrê li hevjîna xwe Yasmîn xist û piştre reviya.

Qahîre- Li Misirê bijîşk Yasmîn Silêman di 21’ê Temûzê roja duyemîn a cejna Qurbanê de bi hovîtî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Malperên tora civakî li ser vê bûyerê li Misirê haştaga ji bo bijîşk Yasmîn Silêman belav kirin û daxwaza kuştina kujerê Yasmîn Silêman bi heman rêbazê kirin. Kujerê ku karê bijîşkiya diranan dikir, bi 11 derbên kêran li Yasmînê da heta ku jiyana xwe ji dest da. Piştre jî kujerê hov ji bo ku neyê girtin reviya.
Bi sedemên biçûk û hinceta acizbûnê bi hêsanî jin tên kuştin   
Sedema vê bûyerê ew bû ku cudahî û pirsgirêkên normal û hêsan di navbera bijîşk Mehmûd Mejdî Ebd EL-Hadî û hêvjîna wî ya bijîşk Yasmîn Hesen Yûsif Silêman de hebûn. Van pirsgirêkan hişt ku bijîşk Mehmûd Mejdî di roja duyemîn a cejna qurbanê de li pêş çavên sê zarokên xwe 11 derbên kêran li Yasmînê bide.
Malperên tora civakî gelek hashtags destnîşan kirin hinek ji wan wiha ne; "# Tolhildan_ ji bo bijîşk Yasmîn",  " #Cezakirina_Mehmûd_Mejdî "û "# Mafê_ bijîşk Yasmîn."
Li ber çavên zarokên xwe bi hovîtî hat kuştin
Hêzên lêpirsînê yên Deqheliya karibûn kujerê Yasmîn Silêman bigrin. Piştî ku wî hevjîna xwe Yasmîn bi kêran kuşt û cenazeyê wê yê ku di nava xwînê de mabû li pêş çavên zarokên xwe li mala wan a li herêma El-Mensûra hişt û reviyabû, xwe li deverek veşartibû.
Birayê Yasmînê li ser hesabê xwe yê Facebookê, ji Wezareta Karên Navxweyî daxwz kir ku hevjînê xwişka wî Yasmîn ê reviya ye were girtin. Mêrê kujer dema ku bi kêran li Yasmînê xist Yasmînê xwest bi telefona xwe alîkariyê ji malbata xwe bixwaze hevjînê wê yê kujer telefona wê şikand û reviya. Her wiha wî bûyera ku di serê xwişka wî der derbas bû bi xemgînî anî ziman û wiha got: "Kujerê xwişka min hevjînê wê ye. Wî ew kuşt û reviya."