Mirovên ku terkî mirinê hatin kirin mirina wan 6’ê Sibatê nîşan didin

Nursen Diken bertek nîşanî belgeyên ku mirina 6 mirovên wê li Îskenderûnê 6’ê Sibat nîşan dayîn û got: ‘Me ew piştî erdhejê 9 10 rojan ji bin kavilan derxist, hikumet ew kesên ku bi saxî wê dikari bû derbisxistina terkî mirinê kir.’

MEDİNE MAMEDOĞLU

Hatay- Li Îskenderûna girêdayî Hatay di erdheja ku 6’ê Sibatê de çêbûyî bi sedan avahî hilweşiyan, bi hezaran avahî xesarê mezin ditin, hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn û ji ber erdhejokên çêdibin derya hertim serde diçe. Roja erdhejê gelê navçeyî rastî gelek bûyerên xwezayê hatin û di konan de dimînin. Bi hezaran kesên ku şîna mirovên xwe nekêşane hene. Gel dibêjin ger zû bihatan ewqas kesan jiyan xwe ji dest nedidan. Li navçeyê piştî erdheja ku hatî jiyan kirin, kesên ku di dîrokên cûda ji bin kavilan derxistin hat zanîn ku dîrokên mirina wan 6’ê Sibatê hatine nivîsandin.

Nursen Diken ku ji malbata xwe 6 kes wenda kiriye bertek nîşanî diroka 6’ê Sibatê weke diroka mirinê dinivîsin da û got: “Xwarziyê min me piştî 10 rojan ji bin kavilan derxist.’ Nursen Dikmen piştî erdheja ku li taxa Numune ji malbata xwe 6 kes winda kiri got, ‘Ji bo cenzayê xwe bi rojan li ser kavilan li bendê mane.’

‘Rêveber mirovên ku ji mêşan biçuktirin’

Nursen Diken diyar kir ku piştî erdhejê dema ku hatin li ser hişê xwe ji bo ku rewşa xwuşka xwe bizanin bi telefonê lê geriyan, ji ber telefon neçû berê xwe dan mala wan û rastî kavilan hatin û bi gotina tunebûn wiha dest bi axaftina xwe: “Niha li kêleka miriyan jiyan kirin mirin e. Hikumet tu alîkarî neda, dest dirêjnekirina mirovan bû sedemê zêdetir mirinan. Ji ber me di roja çaran de me karî xwe bigihînîn malbata xwe û hevalên xwe. Di mudaxelekirinek zû de ihtimala bi sax derketinê gelek bû. Mînak min ji malbata xwe 6 kes wenda kir. Me pismam- pisxaletê xwe di roja 9’a de me karî em derxin. Dema dibe ji malabata mirov  pismam- pisxaletê me nehatin bira mirov, em ew mirovên ku hikumet û dewletê ji hev cûda dikin, dewleta taca serê meye, lê belê rayedar bi temamî li gora min mirovên  ji mêşekê biçûktirin.”

‘Li mirina mirovên ku jiyan bikiran meyze kirin’

 Nursen Diken ifadekir ku hikumet bi eşkere li mirina ew mirovên ku jiyan bikiran meyze kirin û diyarkir ku ji derveyî gel kesek ne hat pirsa halê wan nekir û berdaqek av neda wan û wiha got: “Ji ber berjewendiyê kursiyên xwe 11 bajar terkî mirinê kirin. Tişta ku em ji wan dixwazin bila ne serkeftina xwe qebûl bikin û îstifa bikin, belku yên werin ji birînên mere bibin merhem. Ji ber evane ji derveyî berjewendiyên xwe nizanin deste xwe dirêjî mirovan bikin. Di nava gel de tu pirsgirêk nîne, kesê negot me hun kîne û destê xwe dirêjî me kirin. Me dû rojan avek nevexwar û nexwar, lê wê derê gel li malên xwe şorbe ji mere çêkirin dan me. Lê belê hikumet nehat ne got rewşa we çawaye. Li wêderê mirovan xwe dixistin pêşiya vincê digotin lê vêderê meyze bikin. Hikumetê bi eşkere li mirina mirovên ku jiyan bikira meyze kir. Wê eve wisan dom bike, ji ber ji vê tîmar dibin.”

‘Di belgeyên mirinê de dîrok 6’ê Sibat’

Nursen Diken da zanîn ku di belgeyên ku kesên jiyana xwe ji dest dane de 6’ê Sibatê hatiye diyarkirin û dema ku ev ji dozgeriyê pirs dikin bersîva ku emê wê hel bikin didin û got; ‘Ezê li pey vî karî bim.’ Helwesta xwe nîşan da û bi bîr xist ku ji malbata xwe 5 kes di roja 9’an de û xarziyê xwe di roja 10’an de ji bin kavilan derxistiye û wiha got: “Dema ku min ev ji dozger re got, got emê sererast bikin, lê belê ez ihtimal nadim ku sererast bikin. Ji ber hemû tiştî weke ku roja yekem çêbûye dikin. Lê belê ez li pey vê yeke bim û ez dest jê naberdim. Ji ber ji malbata min 6 jê di roja 9-10’an de jiyana xwe ji dest dane. Me cenazeye xwe wê rojê girt, ez difikirim ku dû zarokên xarziyên min jiyan dikin. Ji ber ew li cihek biçûk bû, ji ber mudaxeleya wan ya dereng me zarokên xwe winda kirin. Weke ku niha dibêjin ne 44 hezar tenê li Hatay ez di fikirin ku hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane sed hezar e.”