Mirovên azad ên li çolan: Bedewî

Yek ji gelên li dijî sîstema modernîteyê ku cewherê hemû tiştî tune kiriye têdikoşe Bedewî ne, jin di parastina çandê de di hemû serdeman de roleke diyarker lîstine.

SIBELIA EL-IBRAHIM

Reqa- Sîstema kapîtalîst ku hemû argumanên civaka xwezayî tune dike û hewl dide çanda xwe belav bike, ji dîrokê ve her dem rastî têkoşîna gelan hatiye. Yek ji van gelên qedîm ên Ereb ku weke koçer dijîn qebîleya Bedewî ne. Bedewiyên ku weke ‘gelê çolê’ tên nasîn, jiyana hevpar esas digrin û cewhera çanda Ereban didin jiyandin. Badewiyên ku li çolan jiyana koçer dijîn, di destpêka çavkaniya jiyan wan de lawirvanî tê.

Huda Al-Racî ya Bedewî ya 80 salî ku li çola Hunus dijî, tiştên jiyane ji ajansa me re anî ziman.

Konên ji qumaş bi mehfurên dest hatin çêkirin dixemilîne

 Huda Al-Racî diyar kir ku di konên ji qumaş hatine çêkirin de dijî û nava konê bi mehfûrên bi dest çêkirî xemilandiye û çavkaniya jiyana Bedewiyan lawirvanî ye û wiha got: “Ji ber di her malê de  keriyên pez hene em jî bi lawirvaniyê debara xwe dikin. Ji şîrê lawir, penîr, mast û rûnê Ereb em çêdikin. Di heman demê de em karê çandiniyê jî dikin. Darên ku me kom kirine ji bo em xwarinê çêbikin em dişewitînin.”

Geşt bi hêştiran tên kirin

Huda Al-Racî da zanîn ku Bedewî jiyana bajar red dikin û got: “Di guhertina cih de bi riya hêstiran em geştê dikin. Cihe ku her dem em lê bimînin nîn e. Hem ji tîmarkirina lawiran, hem qadek ku ji bo me aram be em hildibijêrin. Di mehên havînê de ji bîran em avê tînin û bi mesfeyên dirêj dikşînin. Lê belê di mehên zivistanê de pêwîstiya xwe ya avê em ji golan dabîn dikin.”

Di mehên biharê de nêçîrê dikin

Tişta herî bingehîn ku Bedewiyan ji civakên din cuda dike, bi qada çolê re zû dibe yek, çanda ku ji bapîran weke mîras girtiye didin jiyîn e. Yek ji qada ku Bedewî tê de hosta ne nêçîr e. Huda Al-Racî wiha got: “Nêçîra pezkoviyan ji bo ciwanan gelek girîng e. Qebîleya me ji demên berê heta niha di mehên biharê de nêçîrê dikin.”

 Huda Al-Racî bal kişand ser rêûresmên dawetan û wiha got: “Di dawetan de em li ser lêdana amûra Rabab dixebitin û stranên kevneşop ên gel dibêjin. Jinên ciwan reqsa Dabka dikin. Ev reqs weke reqsa şer a berê tê zanîn. Reqsek ku bi rîtma xwe qehremanî û coşê belav dike, di dilê dijmin de tirsê çêdike, piştî şer pîrozkirina serkeftinê dike hedef.”

Mêvan bi qehweya Ereb û xurmeyan tên pêşwazîkirin

Huda Al-Racî destnîşan kir ku mêvanan bi qehweya Ereb û xurmeyan pêşwazî dikin û wiha domand: “Nîşaneya ku mêvanên qehweyê vexwariye jê memnûn bûye hejandina fîncanî ye. Dema ku rake ev jî tê wateya ku têr nebûye. Qehwe nîşaneya mêvanperweriyê ye. Qehweyê em li ser agirê ku di nava her konê de tê dîtin dikelînin. Di nava Ereban de gelek gotinên bi nav û deng hene. Yek ji van gotinan jî wiha ye; “Fîncana qehweyê ya yekem ji bo xwe, ya duyem ji bo mêvan, ya sêyem jî ji bo şûr e.”

Jin bi aqil, hîs û zanîna xwe tên nasîn

Huda Al-Racî wiha behsa rewşa jinên Bedewî û cudahiya jinan di demên berê û niha de kir û wiha got: “Di nava qebîleyan de jin bi aqilê xwe, hîs û zanîna xwe tên nasîn. Xweşikiya rû û bedena jinan û zarokên keç bi gravur dixemilandin. Jinên hemû qebîleyan deq çêdikin. Pêşketinên di roja me de derketine holê û li gel derfetên nûjen mirov êdî li bajaran dijîn. Li bajar hemû derfet û malzemeyên bingehîn hene lê belê tevî şert û mercên zehmet em di konên xwe de kêfxweş in. Qonaxa ku em hatine, em dibînin ku gelek kevneşopî û çand tune bûne. Weke jin me çand û mîrasa xwe parast, ji bo em nasname û dîroka xwe ya qedîm ji windabûnê biparêzin em fêrî nifşan dikin.”