“Mirov an ji birçîbûnê yan jî dê ji vîrusê bimrin!”

Hevseroka SES’ê Selma Atabey biryara girtinê ya ku alîkariya nade rexne dike û dibêje: “Mirov bi bêçaretiyên xwe re rû bi rû dimînin. Em jî di vê xalê de divê mekanîzmayan bixin tevgerê û li ser desletê bidin ferzkirin ku erkên xwe bi cih bîne. An na mirov dê yan ji birçiyan an jî ji ber vîrusê bimrin. Em dikarin pêşî li her duyan jî bigrin.”

  
ZEYNEP AKGUL 
Enqere-  Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) Selma Atabey bang kir ku divê demildest alîkariya parastina civakî û ya aborî bi karker, kedkar, esnaf û civakê re were kirin û got: “Xistina meriyetê ya biryara qedexeyan, dihizirim ku wê belavbûnê kêm bike, ji ber civak tenê ji sedan 10 hatiye aşîkirin, ji ber ku li gorî daneyên zanistî nayên nirxandin, vaksîn jî hîna li gorî  vedîtinan tê kirin, mirovan di cihên qerebalix û cihên girtî de bidin xebitandin û gel bixin nava malê pandemî ji holê nayê rakirin. 
Der barê vê pêvajoyê de Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES)ê Selma Atabey bersiva pirsên ajansa me da.   
“Hûn biryara bi temamî girtinê çawa dinirxînin?”
Ez weke biryarek ku dereng hatiye girtin dibînim, ji ber vê biryara dereng mixabin gelek hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Dema serokomar ev biryar ragihand qet tirsa xwe ya ji bo tedirustiya civakê neanî ziman. Bi aşkerayî da diyarkirin ku tenê xemgîniya xwe di aliyê werza turîzmê û aboriyê de anî ziman. Me weke tendirustî û kedkarên rêxistinên pîşeyî pêşniyar kir ku bi epidemiyolojî û di bin siya zanistî de weke 28 rojan bi alîkariya aborî û civakî were pêkanîn me girtinek wisa pêkanîn. Lê belê serokomar girtinek bi temamî ya 17 rojan pênase kir û wê bixe meriyetê. Karker wê bixebitin, saziyên civakê, karmendên di saziyan de û karker wê bi dorveger bixebitin. Di dema dorvegeriyê de yên ku li mal wê ji dûr ve kar bikin, kedkarên tedirustiyê jî wê rûtîn karê xwe bikin. Wê destûr neyê bikaranîn, nikaribin îstîfa bikin girtinek wisa layiqê gel dibînin.  
 Ev rewşeke ku em jê re bibêjin tam tedbîrên girtinê ne. Bi temamî polîtakayên qedexeyan tên wateya ku ‘Yên karê wan nîne bila dernekevin û ji derveyî wê yên kar dikin bila karê xwe bikin.’ Careke din em li beramberî desthilatdariyek ku bi hişmendiya mirovan dilîze re rû bi rû ne. Halbûkî cihên ku divê werin girtin hilberîn û sekinîna xizmetê û tevgera civakî sînorek jê re were danîn. Li cihê van divê zemîn cihê xwegihandina mirovan a hewaya paqij, derketina nava xwezayê û qadên ku mirov nefesek li wan bigre û wext derbas bike re werin avakirin. 
Girtina bi temamî tê wateya cotyarî, bi xebatên zîraetê ve girêdayî tedarikirina pêdiviyên sereke, paqijiya şaredariyê, muameleya kanalîzasyonan, kehreba, gaza xwezayî, dabînkirina înternetê, ji derveyî parastin û tendirustiyê li her qadê xizmet were sekinandin. Dema ev yek tê kirin jî divê yên ku dahatiya wan kêm dibe yan jî yên ku dahatuya wan tune ye divê alîkarî bi wan re were kirin. Welatên ku gelê xwe dihizirin mecbûr in hemû vê yekê bikin. Careke din girtina bi temamî weke derneketina ji derve fam dikin.   
“Desthilatdarî divê pêşî tedbîrên pêşîgirtina şîdetê bigre”  
• Li gora we biryara girtina bi temamî ji bo pêşî lê girtina belavbûnê stratejiyek bi bandor e yan ne?
Biryara girtina cih û mekanan rîska belvabûnê hinek wê kêm bike lê belê ez di wê baweriyê de me ku bi temamî wê bandorê neke. Ji ber ku ji sedî 10’ê civakê hatiye aşîkirin. Ji ber ku li gorî daneyên zanistî nayên nirxandin, vaksîn ji hê li gorî  vedîtinan tê kirin, mirovan di cihên qerebalix û cihên girtî de didin xebitandin û gel dixin nava malê, bi van yekan pandemî ji holê nayê rakirin.  
 Ji ber qerebalixê, malên ku şaneşînên wan nîn e, di aliyê hilberîn û xizmetê de mirov macbûr in ku bixebitin, ew kes wê nexweşiyê belavî malbatên xwe bikin û wê ev rewş wisa berdewam bike. Li gorî daneyên zanistî ji sedî 90’ê belvabûna nexweşiyê di qadên girtî yên kar de û jihevgirtina di nava malê de ye û ev rastî hatiye tesbîtkirin. Di mijareke girîng a din de qedexeyên derketina ji derve bandorek neyînî li ser derûniya mirovan dikin. Ji ber vê yekê jî di nava van mehên werza biharê de ji bo mirov hem di aliyê derûnî de hem jî di aliyê fizîkî de haydar be divê tedbîrên ku bikarin di nava xwezayê de bi hêsanê sporê bikin bigrin. Me beriya niha bi xwe dîtibû ku şîdeta di nava malê de zêde bûye. Divê bi biryara girtinê re desthilatdariyê tedbîra pêşîlêgirtina şîdetê jî li ber çavan bigirta, bi xwe ji hevpeymana Stenbolê vekişiya û zagona bi hejmara 6284’an ku hê jî di halê nîqaşê de ye û çavên xwe li dijî zêdebûna şîdeta jinan girt. 
 “Mudaxeleyê awayê jiyana mirovan tê kirin”
• Tendirustvanan dabûn diyarkirin ku wextê vîrusê 14 roj e û li gorî xwestekan jî 28 roj tam girtin pêşniyar kiribûn. Diyarkirina 18 rojan wekî hejmarek ecêb şîrove dikin. Gelo hûn di vê mijarê de çi dihizirin?
Em dikarin wisa şîrove bikin ku ji palpiştên zanistî dûr û bi temamî ji bo cejna Remazanê veguhere derfetê û li gorî îdeolojiya xwe şeklê jiyana civakê wekî qada mudaxeleyê dibînin. Di heman demê de pêvajoya zagonîbûnê ya ku di 1’ê Adarê de dest pê kir bandorên wê yên neyînî di 1’ê Nîsanê de hatin dîtin. Ji bo pêşî li mirina ji 1’ê Nisanî dest pê kir bigrin ew biryarên ku werin girtin divê niha bigrin û wextê wê jî watedar e. Biryara bi temamî girtinê wetedayîna wê dide diyarkirin ku polîtîkayên parastinê derketine pêş wê didin diyarkirin.  
Ji bo pêşî li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bigrin, serhildana çîna karkeran bilind dibe, doza Kobanê, têkoşîna bilindbûna ekolojiyê, berxwedana jinên li dijî peymana Stabolê, Akademîsyenên Zanîngeha  Boğaziçiyê, ji bo kedkar û xwendevan bibin xwedî xweseriya akademîk, li dijî girtina partiyan têkoşîn, çalakiyên girevên birçîbûnê û hwd. gelek têkoşînên civakê dixin bin zextê û wekî navbeynkarekê girtina bi temamî bixin meriyetê bi bîrxistina van girîng e.
“Paketên aborî û civakî pêk neanîn”
•  Hûn der barê biryara girtinê ya ku nebûna alîkariya paketa aborî û civakî ragihandin dixwazin çi bibêjin?
Pandemî niha li Tirkiyeyê dewreya xwe ya 3’ê yan dijî û desthilatdarî weke carên bi vê biryarê bandorê li ser hejar, karkerên ku rojane dixebitin û hemwelatiyên ku qet dahatuyek ya wan tune ye û ji wan re alîkariya aborî û civakî nehat pêkanîn. Ji ber girtinê gelek esnaf mecbûr man ku deriyên firoşgehên xwe bigrin û bi hezaran kes bê kar man. Beriya her tiştî ev mirov baca xwe her didin divê di rewşên wisa de dewlet hem baweriya aborî hem jî ya civakî ji kesan re dabîn bike. Ji ber ku li gelek welatan ev çavkanî hatin avakirin di wan deman de welat berpirsyariyên xwe yên li beramberî gelê xwe bi cih anîne. Mixabîn li welatê me kar bi vî awayî nameşe û mirov bi bêçaretiya xwe re tenê dimînin. Em jî di vê xalê de divê mekanîzmayên ku dewlet erkên dikeve ser milê wî bi cih bîne bixin tevgerê. Ji ber ku yan mirov wê ji birçîna yan jî wê ji ber vîrusê bimrin pêkan e ku em pêşî li her duyan bigrin. An wê desthilatdarî di vê xalê de berpirsyarî bigre û li gorî berjewendiyên gel polîtîkayan ava bike yan jî wê bi rêxstikirin û yekitiya gel ev yek gengaz bibe.
"Çareserî ne tenê derzî yan ji girtin e" 
• Li gorî rêjeyên derzîlêdanê yên li Tirkiyeyê, Wezareta Tenduristiyê li ser pisporên tenduristiyê û civakê lêkolînek bi bandor a qebûlkirina derziyê nekir. Hûn der barê vê de çi difikirin?
Mixabin, li Tirkiyeyê, Wezîrê Tenduristiyê hem ji hêla dabînkirina derziyê ve hem jî ji hêla lîsteyên pêşîn ên derziyê ve nikaribû bernameyek serkeftî bimeşîne. Ji ber ku hewl da bi biryarên rojane re li dijî pandemiyek mezin a mîna Covid-19 şer bike. Em dikarin rewşa heyî ji rêjeya zêdebûna bûyer û mirinê fam bikin. Têkoşîna li dijî pandemiyê pêwîst bû, bi rêbazên pir rengî hatibûya destgirtin. Çareserî ne tenê derzî yan jî girtin e. Karûbarên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê bi meşandina têkoşînek piralî ya ku jiyana bajarvanî, ekolojî, jiyana civakî, kevneşopî û urf û edetan digire nav xwe gengaz e.
Beriya her tiştî, pêwîst bû hawirdorek şefaf û bawerî bihata afirandin. Lê belê, wezîrê tenduristiyê zirar daye vê hesta baweriyê û di vê gavê de raya giştî cidî nagire û komek mezin a mirovan ger di destên wan de derzî hebin jî naxwazin derzî bibin jî hene û ji bo vê jî tîmên razîbûnê saz kirine. Lê belê, ji bo bi lez pêşîgirtina belavbûn û kêmkirina vê pandemiyê derzî pêwîstiyêk mezin e. Divê Wezîrê Tenduristiyê guh bide gotinên rêxistinên pisporên tenduristiyê û komîteyên ku em tê de cih bigrin bên avakirin.
• Der barê pêvajoya gelemperî ya pandemiyê de hûn dixwazin çi bêjin?
Ev 14 meh in li cîhan û welatê xwe em bi krîzek mezin a pandemiyê re rû bi rû ne. Ji tenduristiya gel bigire heya perwerdeyê, ji jiyana civakî bigire heya aboriyê, hemû qadên me yên jiyanê hatine têkbirin. Dema ku wekî civakek bi zirarên ji ber gelek krîzên berî îşkencexaneyê çêbûne têdikoşin, şert û mercên nû yên ku ji hêla pandemiyê ve hatine û nekarîna birêvebirina pandemiyê binpêkirinên nû di hemû aliyên jiyanê de vekiriye û bar û berpirsiyariya nexweşiyê heye, girtina van valahiyan li ser pişta kedkar û gelan re hatiye hiştin. Lê belê, tedbîrên nehatine girtin û zivirandina tekerên ne hewce yên ji bo sermayeyê bû sedema mirina gelek karkeran. Pandemiya ku çiqas bidome ne diyar e, tedbîr hîn jî têr nakin û ew dibe sedem ku bêtir kes nexweş bikevin. Lê belê, em dizanin a ku nebaşiyan diafirîne  pergala kapîtalîst bi xwe ye.
"Em dizanin gelek nexweşên ku li mal jiyana xwe ji dest dane hene" 
• Tê diyarkirin ku di sêrvîsen lênêrîna awerte de cih nemaye û nexweş bi rojan li beşa lezgîn tên ragirtin. Rêjeya dagirkirina sêrvîsen lênêrina awerte çi ye ? Çi pirsgirêk derdikevin?
Yekîneyên lênêrîna awerte li gelek navçeyên me rêje ji sedî sed nîşan didin. Ji bo nexweşên lênêrîna awarte servîs tên vekirin. Em bi malbatên ku li odaya lezgîn tên sêkinandin an jî ji bo derbasê navçeyek din bibin tên rawestandin re re rû bi rû dimînin. Pergala tenduristiyê bi rastî hilweşiyaye û her tim bi dermankirinê re ev pêvojo didin derbaskirin û ji bo pergal neyê hilweşandin an li malê tên dermankirin an jî li malê di rêza benda razanê de ne. 
Em dizanin ku gelek nexweşên li malê jiyana xwe dest dane hene. Ji ber vê yekê, serîlêdana betlaneya giştî divê wekî ku em pêşniyar dikin bê pêkanîn. Wekî din, li welat  ev dem bi dawî nabin û her demek 10 qat nexweşî û mirina ji berê zêdetir bi xwe re tîne.