Mirina bi guman ya Dîna di rojeva Meclisê de ye
Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum mirina bi guman ya xwendekara Zanîngeha Karbukê, Dîna ji alîkarê serokkomar Fuat Oktay pirs kir.
Navenda Nûçeyan – Parlementera Partiya Demoqratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum mirina bi guman ya Dîna bir rojeva meclîsê, derbarê mirina bi guman ya xwendekara zanîngeha Karbuk Dîna Ibouaganga ya 17 salî pêşniyaznameya pirsan da.
Di pêşniyaznameya pirsan ya ku ji bo alîkarê serokkomar Fuad Oktay bi bersîvîne hat pirsîn, hat xwestin ku mirin abi guman ya were ronî kirin.
Di pêşniyaznameyê de ev pirs hatin kirin:
“*Gelo li ser buyerê tê girtin?
*Lêpirsîna di derbarê cineyata xwendekara zanîngeha Karabuk Dîna de di kijan qonaxê de ye? Sedemê biryara veşartinê li ser dozê çi ye?
*Her çendî ku di pêş rapora otopsi de derbarê xeniqîna di avê de tu îfade nebû, dozgerê Karabukê bi kijan çavkaniyan îfade kir ku Dîna di encama xeniqîna di avê de jiyana xwe ji dest daye?
*Li Karabukê xwendekarên reş ten tacîzkirin û rastî nêzakatiyên netewperestî û cihêkariyê tên û di mirina Dîna de jî îdeayên di derbarê van de derket holê, dozger bi daxuyniyê xwe îdeayên mijara gotinê ma di xwaze serde bigre?
*Sedemê binçavkirina rojnamegerê ku dimenê Dîna kamareya parve kirî çi ye?
*Telefona erkdarên di PTT de erkdar ku diyardikirn ku zanyariyên Dîna anîne û piştre ew tacîz kirin hatiye lêkolînkirin? Bersûc D.A li ruxmê ku di kamareyan de hatiye tespîtkirin ji ber îfadeyên bi guman 3 caran hatiye binçavkirin çima hatiye berdan?
*Derketina we ya ji peymana Stembolê, ji holê rakirina we ya destkeftiyên jinan, parastina we ya qatilên jinan û dijminatiya koçberan hun difikrin ku rê li ber cinayetên jinan diveke?
*Îdeayên ku xwendekarên biyanî yên li Karabukê ji aliyê çeteyan ve dikevin xefkan rastin? Li dijî van çeteyan divê kijan tedbîr werin girtin?”