Mirina bi guman ya Dîna carek din di rojeva Meclisê de ye

Mirina bi guman ya xwendekara Gabonî Dîna carek din di rojeve meclîsê de ye. Parlementera HDP’ê Huda Kaya der barê mirina bi guman de pêşniyazname da.

Enqere- Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya der barê mirina bi guman ya xwendekara Gabonî Dîna de pêşniyazname da  serokatiya Meclîsê.

Huda Kaya di pêşniyaznamê de bal kişand ser vê yekê ku li Tirkiyê hêjmara mirinên bi guman ên jinan yên weke intihar, qeza, ketin û mirinên xwezayî yan jî jinên ku bi bi awayek guman mirî hatin ditîn û hejmarên ku hatiye asta komkujiyan û wiha got: “Gelek cînayetên ku hewil hatiye dayin ku ser de bigrin, bi zextên rêxistinên jinan derketine holê. Lê bele hîna gelek mirinên bi guman ku nehatine eşkerekirin hene. Bi taybet yên ku dozên wan weke intihar hatin amadekirin û ji ber vê jî li cihê bûyerê lêkolînên baş nehatine kirin, pisporên ku delîl baş komnekirin û ji aliyê saziyên jinan ve tên ziman. Ji ber şahidên lêkolînan li ser îdeayên întiharê ji ber vê yeke jî komkirina delîlan û piranî neketine pêvajoya cezakirinê.”

Îdeayên bi hêz hene

Huda Kaya bal kişand li ser dîtina cenazeyê xwendekara Gabonî  Dîna  ya 17 salî ku li zanîngeha Karabuk dixwend di 25’ê Adarê li Mêrga Filyos û da zanîn ku qeydên deng ên ku derketiye holê îdeayên ku jina ciwan bi guman jiyana xwe ji dest daye bi hêz kiriye. Huda Kaya wiha got: “Gumanên der barê mirina jina ciwan de zêde dibe, biryara veşartî ya anîne li ser dozê, ji aliyê jina ve rastî gelek helwestan hatiye.”

Hêceta biryara veşartî çi ye?

Huda Kaya xwest ev pirs were bersîvdayîn:

“-Lêpirsîna der barê cineyata xwendekara zanîngeha Karabuk Dîna de di kijan qonaxê deye? Li ser mirina jina ciwan ewqas guman hene Hêceta biryara veşartî li ser doza lêpirsînê de çiye?

-Dozger bi kîjan belgeyan piştrast kiriye ku dibêje Dîna di avê de hatiye dîtin? Di rapora otopsi de der barê xeniqîna di avê de tu nîşanek tespît kiriye?

-Serdozgerî li rûxmê ku ajoker Dursun A yê ku Dîna kiriye erebeya xwe de 3 caran sewqî girtin kiriye, di sê dadgehên cûda de hêceta ku 3 caran bi şertê kontrola edlî berdaye çi ye? Çawa mumkun e ku Dursun A 4 caran hate binçvakirin û hate girtin? Ma delilê nû di dozê de derket yan jî hewil didin helwestên raya giştî kêm bikin?

-Li gor îfadeya şahidên bûyerê Dîna ji erebeya ku direviya û kesê ku ji erebeyê derketiye bejin bilind bû, ma nasnameya vî kesî hatiye tespîtkirin?

-Pêşketinên ku çêdibin û îfadeyên şahidan yên di dozê de yek ji yên ku navê wan derbas dibe derket holê ku derewa dike. Divê çarçoveyê de li gora îfadeyên şahidên bûyerê  ma nasnameyên yên ku hewil dane Dîna bigrin hatine tespîtkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin?

-Li Karabukê ku di nava gel de dibêjin li bajar pişta wan germe û xwendekarên biyanî dixin xefikan û çeteyek ya fihuşê heye? Ger hebe çima heta îro nehatine tespîtkirin û der barê wan de karûbarê zagonî nehatiye kirin?

-Her çendî  dû hefte li ser mirina bi guman ya Dîna re derbas bûye, hîna bûyer nehatiye ronîkirin. Hûn viya çawa dinirxînin?”