Mînîbusa ku zarokên keç hildigirt qulibî: 2 mirî, 15 birîndar hene
Li navçeya Mahîdeşt a Kirmaşana Îranê mînîbusa dibistanê ku zarokên keç hildigirt qulibî. Di qezayê de 2 zarok mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan - Li navçeya Mahîdeşt a girêdayî Kirmaşanê mînîbusa dibistanê ya ku zarokên keçên ku xwendekarên dibistana navîn hildigirt, danê sibehê qeza kir.
Di mînîbusa ku 19 keç tê de bûn qulipî, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 15 xwendekar jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa metirsiya jiyana 2 xwendekaran hîn jî xilas nebûye.
Dema ku zarokên birîndar li Nexweşxaneya Taleganî dihatin dermankirin, hat diyarkirin ku sedema qezayê ji ber leza zêde û derbasbûna ne rast bûye.