“Min xwe perwerde kir û di temenê 62 salî de dest bi dayîna semîneran kir”

Elya Oglo a ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ye, di gelek sazî û rêxistinên jinan de xebat kiriye niha di komîteya Edaleta Civakî de dixebite da zanîn ku ji destpêka gavavêtina Şoreşa Rojava ve wê kariye xwe di gelek aliyan de pêşbixe û gavên giring bavêj. Elya Oglo ya ku hewildanên wê yên ber bi guhertina hişmendiya civakê ve didome û bang li tevahî jinan kir ku ji dûr ve nenêrin û got: “Werin tevlî şoreşê bibin, ji bo meşa me mezin bibe û em bi hev re erşên dewletê û hişmendiya mêr hilweşînin.”

 
SORGUL ŞÊXO 
Hesekê - Bi destpêkirina çirûska Şoreşa Rojavayî Kurdistanê re dilê bi hezaran jinan wekî volkanê dikeliya, ji lewra bi hezaran jin û ciwan daketin qadan û ew hêrsa li hember î zext û zora ku ji aliyê rêjîma Sûrî derxistin holê û bi wê enerjiyê dest bi şoreşa azadî, wekhevî û demokrasiyê kirin. Di nav çend salan de şoreş dikarîbû bi rengekî pir balkêş deng vede û bibe cihê îlhama jinên enternasyonalîst ku werin û şoreşê bi çavên xwe bibînin û bi wê re bijîn. Elya Oglo yek ji wan hezaran jinan e ku bi bîr û bawerî tevlî şoreşê dibe û heya niha jî ji bo pêkanîna edaletê di nava ferdên civakê de bixebite. Elya Oglo a 62 salî bi eslê xwe ji Tirkiyê ye û niha li Til Temirê dijî. Piştî destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi dilsozî û hêviya guherîna hişmendiya mêr û baviksalariyê di gelek sazî û rêxistinên jinan de dixebite û niha di Komîteya Edaleta Civakî a Meclisa Navçeya Til Temirê de dixebite û dikarîbû gelek dozan çareser bike û edaletê di navbera her dû zayendan de pêk bîne. Derbarê tecrûbeya Elya de me hevdîtinek pêre çêkir û bi rengekî berfireh ji me re behsa vê mijarê kir.
“Têkiliyên Mala Jinê hevgirtinek navbera jinên kurd, ereb û aşûrî de çêkir”
Elya di destpêka axaftina xwe de got berê di saziyên rêjîma sûrî de xebitiye û wiha dom kir: "Piştî destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, yekem car ez tevlî xebatên Rêveberiya Xweser dibim û di Komîteya Têkiliyên Mala Jinê de cih girt. Min ev komîte hilbijat ji ber ku kesayeta min kesayeteke civakî ye, ji dan û standina di nava civakê de sûdê werdigrim û ji kûrkirina têkiliyan jî hevgirtinekê bi xwe re tîne. Çimkî li navçeyê sê netew ên resen kurd, ereb û aşûrî hene. Bi rêya wê komîteyê naskirina me ji bo çanda jinên netewên din jî zêdetir bû û naskirinek me ji hev, bîr û baweriya hev re jî xortir bû. Ya din jî ya ku bala min kişand û ez ber bi xwe ve anîm ew bû ku mala jinê parêzvana maf û rûmeta jinan e bêyî ferq û cudahî. Di nava tecrûbeya 10 salan de, heya niha jî jinên aşûrî bindest in û ji aliyê mêr û civakê ve jî rastî astengiyan tên. Lê ya herî zêde bindeste û ji adetên civakî û îslama şaş û mafê wê tê çewsandin jina ereb e. Di bin têgeha şermbûyînê de, jiyana jina ereb xistine çarçoveyekê de ku hemû derî û pencere lê girtine. Bi giştî jinên rojhilata navîn û taybet jinên Sûriyê di rewşeke pir zehmete re derbas dibin. Tevî ku jin di sazî û dezgehên dewletê de dixebitîn lê bi nêrîna mêr bû. Jin tenê wekî karîketer bûn di saziyên dewletê de û heya niha jî."
“Li Rojava dayikan çek rakirin û li hember çeteyan destan nivîsandin”
Elya da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel û dayikan hember êrîşan ber xwe didin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li Rojava jin êdî şervan in û di qada leşkerî de jî xwedî rol û misyoneke pir girîng in, di heman wextê de jî yekîneyên jinan ji hemû netewan hatine avakirin. Ji bo parastina ax û rûmeta xwe, canê xwe kirin mertal û pirê ber bi azadiyê ve. Ne tenê ev dayik jî li hember çeteyan li ber xwe dan. Min bi vî temenê xwe, çek rakir û hember çeteyan bi şervanan re ber xwe dan û di mewziyê de jî cih girt. Wan deman de ne Emerîka û ne jî Rûsiya hebûn, gel xwe bi xwe herêmên xwe parastin û ji çeteyan rizgar kirin."
“Sîstema hevserokatiyê xewnek bû”
Elya bal kişand ser sîstema hevserokatiyê di pergala Netewa Demokratîk de û wiha pêde çû: "Xewnek bû û veguherî rastî. Ev mûcîze bi ked û îsrara jinê pêk hat. Li sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bêyî ku nêrîna jinê were girtin biryar nayê standin û ev bi xwe jî cihê rûmetê ye. Ev yek jî dihêle ku jin hîn bêtir ji jiyanê hez bike û bide hezkirin. Her wiha êdî jin ji çarçoveya xebatên malê û zarokanînê derketiye, ketiye pêvajoya xweavakirin û perwerdekirinê. Jin û mêr hem di jiyanê de hem jî di sazî û rêxistinan de hev dû temam dikin, bêyî hevseroka jin nabe û bêyî hevserokê mêr jî nabe, bi hevdû re biryar girtin encamên pir baş bi xwe re tîne."
“Di 62 saliya xwe de yekem car semîneran didim”
Elya da payin ku di 62 saliya xwe de yekem car semîneran dide û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî Komîteya têkiliyan a mala jinê ez derbasî komîteya têkiliyên Kongreya Star bûm û paşê wekî Rêveberiya Kongreya Star hatim erkdarkirin. Ji bûyî wê yekem car û tecrûbe bû ji min re ez semîneran bidim, taybet derveyî navçeyê wekî herêmên ereban Eyn Îsa, Minbic, Tebqa û Reqqa yê û mijara semînerê jî Jin û Siyaset bû. Min li navçeyê semîner didan, lê taybet yên bajarê ereban ji bo min cihekî wê yê taybet heye, ji ber ku ev semînerê min dan gelek jinên rewşenbîr û hiqûqnas yên ereb beşdarê bûn û nîqaşên pir dewlemend jî hatin kirin. Min ji xwe re digot gelo ez ê çawa semîneran dibim? Ez ê pêşiya girseyên gel û jinan bisekinim û dersên ku min amadekirin e bidim? Bi rastî ji min re pêvjoyeke pir girîng bû. Tirs hebû, lê min ew tirs ji xwere nekir asteng û bi rengekî ji xwe bawer semînerên xwe dida û li jinan guhdar dikir, bersiva pirsên wan didan. Dayina semînerê ji min re wekî ku ji kaniya ramanên xwe, jinên tiyê azadiyê av didim û wan ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve dertînim."
“Di komîteyên edaletê de, reng û rola jinê pir xurtir e”
Elya di dewama axaftina xwe de got ku jin xwedî wîjdan e û edaletê dimeşîne û wiha pêl da gotina xwe: "Ji berê de min dixwest ku di saziyên edaletê de cih bigrim, ji lewra piştî kongreya star min cihê xwe di komîteya edaletê a meclisa navçeyê de girt. Di wir de min bêtir dikarîbû rola xwe bilîsta. Dema ku min lihevhatinek navbera dayik û zarokê wê de ango kur û bav de çêdikir, ez pir kêfxweş dibûm û min hêza xwe ji vê yekê digirt. Komîteya Edaletê di min de hêzek avaker, baweriya min bi min xortir kir. Jinê di vê komîteyê de roleke baş dilîze û ev yek jî berçav e. Ji ber ku jin di xweza ya xwe de wekheviyê di navbera zarokên xwe de pêk tîne, di saziyan de jî heman rolê dilîze. Jin wekî xwezayê ye, xweza her tiştî dide mirovan, jin jî her tiştî pêşkêşî civakê dike."
“Çongê wan ji jina birêxistinkirî dilerize û li hev dikeve”
Elya bal kişand ser herêmên dagirkirî û behsa rewşa jinan kir: "Jineke birêxistinkirî di komînê de jî be, dewleta tirk û hemû hêzên hegemon di cîhanê de xeteriyekê li ser desthilat û dîktatoriya xwe dibînin. Li xweşiya wan nayê ku di sîstemeke demokratîk de cih bigre û xwedî rol û misyon be. Ji lewra jinên ku niha li herêmên dagirkirî bi qetilkirin, revandin, kirîn û firotinê re rû bi rû dimînin, sedema xwe ji vê yekê digre. Jin bi serê xwe rêxistineke demokratîk e, hêzên hegemon û dewleta tirk jî dixwazin wê tune bikin, da ku dîktatoriya xwe serwer bikin. Ev e ya ku jinên herêmên dagirkirî û herêmên me ji hev dû cuda dike."
“Li dora şoreşê bibin xelek” 
Elya bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: "Jin xezîneyeke ji agahiyên cûr be cûr e, ger ku bi rengekî azad ev agahî li ser civakê parve kiribe, wê pir guhertin rû bidana. Ger wisa bûba, wê dîktatoriya dewletan hilweşiya, şûna wê sîstemeke demokratîk bihata avakirin. Banga min ji hemû jinan re heye ku yekîtiya xwe ava bikin û dora şoreşa jinê xelekekê çêbikin û wê biparêzin. Ji ber ku jin jêdera şoreşê û fikra wê ye. Şoreşê biparêzin û pêeşroja xwe mayinde bikin."