“Min dît ku bavê min hewl dide dayika min bixeniqîne”
Daxuyaniyên şahidên di dosyeya lêpirsînê ya Ayşe Tayurak de ku di bin navê "xwekuştinê" de li Farqînê bi guman mir, hat dîtin. Zaroka Ayşe Tayurak a ku şeva bûyerê çi qewimî dît jî got ku wê dîtiye bavê wê hewl dida dayika wê bixeniqîne. Elîf Tayurak der barê bûyerê de agagihiyên nû da û got ku bavê wê Adem Tayurak çar roj berî bûyerê jê re gotiye "Ger dayika tê bimre, tu yê li zarokan binêrî”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Ayşe Tayuraka 40 salî dayika 7 zarokan, di 8’ê Hezîranê de li navçeya Farqînê ya Amedê di bin navê "xwekuştinê" de bi guman mir. Elîf Tayurak a keça Ayşe Tayurak ji ajansa me re diyar kir ku mirin ne xwekujî ye, banga hevgirtinê li hemû jinan kir bi gotina "Ne xwekuştin e, cînayet e” kir. Piştî banga Elîf û tekoşîna jinan, gumanbar Adem Tayurak wekî tawanbarê kuştinê hat girtin û di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Farqînê ve hat meşandin de wekî gumanbarê kuştinê şandin girtîgehê.
Em gihîştin daxuyaniyên şahidan
Bûyer, 8’ê Hezîranê di saetên sibehê de, li Taxa Bahçelievlera navenda navçeyê qewimî. Hat hînbûn ku Ayşe Tayurak, bi benek li stûyê wê pêçayî miriye. Ji bo Adem Tayurak ê ku şîdetê lê dikir du caran biryara dûrxistinê hatiye girtin. Hat hînbûn ku îfadeyên zaroka Ayşe Tayurak a 13 salî ku li malê wekî şahid bûye, hatiye girtin. Ajansa me îfadeyên zarok girtin, kitekitên tiştên roja bûyerê ji me re vegot. Zarok diyar kir ku bavê wî bi berdewamî jê re digot "ez ê dayika te bikujim" û bavê wî şeva bûyerê hewl da ku dayika wê bixenîqîne, tiştê ku wî dîtiye ji dozger re di 1’ê Tîrmehê de yek bi yek anî ziman.
"Wiha nabe, ez ê dayika te bikujim!"
Di daxuyaniya zarokê de ev hûrguliyên jêrîn cih digrin;
“Dayik û bavê min heya ku ew li malê bûn şer dikirin. Bavê min hinekî êrîşkar bû. Bavê min her gav ji dayika min re digot tu mirina xwe dixwazî. Beriya ku dayika min wefat bike du hefte, bavê min li xwişka min xist û ji bo dayika min li dijî bavê min derket, bi qirika dayika min girt. Ji ber wê jî biryar hate girtin ku bavê min ji malê were dûrxistin. Nêzî 7-8 roj piştî biryara dûrxistinê, bavê min ji min re got, 'Ev wisa nabe, bi dayika xwe re bipeyive, ez ê werim malê bila giliya xwe paşve bigre’. Bavê min li mala meta min a ku nêzî mala me ye dima. Ji min re got, 'Heke fikra te hebe û ku bikêr bê, ji min re bêje'. Bavê min derman dida birayê min Osman. Sê roj beriya mirina dayika min ji min re got; "Ev wiha nabe ez ê dayika te bikujim" Gava ku wê rojê ez çûm malê, bavê min ji min re got, ‘çar lepikan bîne." Roja din, bavê min pirsa lepikan ji min kir, min got min peyda nekiriye.”
"Bavê min derman da birayê min ji bo bike nav xwarinan"
Zaroka ku serpêhatiyên xwe bi hûrgulî vegot, diyar kir ku bavê wî derman daye wan ku bikin nav xwarinê.
"Du roj beriya bûyerê, birayê min derman nîşanî min da û got, 'Bavê min ev derman da min bike nav xwarinan. Ew derman rodiyên mirov dixebitîne.' Xwişka min wê rojê derman xist nav xwarinê, xwarina me wê rojê dolme bû. Roja din min bi xwe derman kir nava şorbeyê. Bavê min wê rojê ji bo xwarinê gazî min kir ku biçim mala dapîra xwe. Ez neçûm, paşê wî dîsa gazî min kir. Ez jî bi birayê xwe re çûm şîvê. Diya min û xwişkên min şorbeya derman vexwarin. Jixwe ew roj bû dayika min mir.”
"Min dît bavê min dayika min xeniqand"
Zaroka şahida bûyerê got ku dema wê derman xistibû nava xwarinê dayik û bavê we şêr dikirin, di heman demê de qala wan kêliyan jî kir.
“Ez wê şevê şiyar bûm. Ez çûm metbexê û min av vexwar, min betaniyeyek girt wê demê min dengek bihîst. Deng kûr bû, hinekî stûr bû. Min digot qey deng ji jor ve tê, min deriyê hemamê vekir û xwest ku ez li deng guhdarî bikim, wê demê min dît ku bavê min û dayika min şer dikin. Pişta bavê min li min bû wî min nedît. Di destê wî de lepik hebûn şalek firêh lêbû. Li dayika min dixist. Dayika min bi mûslixa ava germ girt û hewl da li bavê min bixe. Di vw demê de hinek çûn pêş û dayika min ket erdê. Wê gavê, bavê min bi her du destan li pişta diya min xist. Dayika min li dîwar ket, bi herdu destên xwe bi qirika dayika min girt. Wê demê, bavê min, min dît û hêdî hêdî hat ba min. Ez li dê û bavê xwe digeriyam. Gava bavê min hat ba min, ez nizanim çawa çêbû, piştî demek ez ji ser hemdê xwe çûm. Gava ku ez piştî wê şiyar bûm, serî û pişta min êşiya. Wê sibehê, xwişka min Melîke û xwişka min Elîf şiyar bûn. Dayika min bi vî rengî di hemamê de dîtin. Hemû qîriyan û gazî polîsan kirin. Piştî bûyerê hefteyek şûnde tiştên qewimîn, min ji xwişka xwe Elîf re got. Beriya wê min nikaribû ji bin bandora wê derkevim."
"Xwişk û birayên min beriya bûyerê çar şevan li malê xwarin nexwarin"
Elîf Tayuraka ji bilî îfadeyên xwe ji ajansa me re axivî û got ku Adem Tayurak beriya bûyerê sê rojan gazî wê kiriye û pê re axiviye. Adem Tayurak ji Elîf Tayurak re gotiye, "Tu niha mezin bûyî, tu dikarî li zarokan binêrî. Ger dayika we bimre, tu yê li zarokan binêrî." Elîf Tayurak axaftina xwe wiha domand; "4 roj berî bûyerê, 4 roj li pey hev bavê min xwişk û birayên min ên 9 û 13 salî ji bo xwarina êvarê dibir derve. Wan di van çar rojan de carek şîvê bi me re nexwarin. Wan kevçiyek jî xwarin nexwarin. Wê demê me tiştek fam nedikir."
"Mirov çawa dikare rûniştî întihar bike?"
Elîf Tayurak bal kişand ser awayê mirina dayika xwe û wiha pirsî:
“Roja bûyerê, wekî her car me deriyên xwe girtin û em razan. Ez û diya xwe bi asayî her tim ji bo nimêja sibehê di wexta xwe de radibin û me dua dikir. Ez tu carî di xew de nedimam. Wê sibê ez nikaribûm şiyar bibim. Gava ku min çavên xwe vekir, min xwe giran hîs kir. Serê min diêşiya. Min nikaribû tu wateyek bidim. Serê sibê saet 06:55’an, roja ku em ê rojbûna birayê xwe pîroz bikin, em bi laşê dayika xwe yê di hemamê de şiyar bûn. Mirov çawa dikare rûniştî xwe bikuje? Diya min bi hovîtî hat kuştin. Wê nikaribû hawar bikira. Ez ew şev bûm şahid û min got ‘dayika min kuştin.' Dayika min hat kuştin, ev cînayet e. Ne xwekuştin e.”
"Lêpirsînek bi bandor nayê kirin"
Elîf Tayurak tekez kir ku her çend wan piştî mirina dayika xwe gilî kir jî, pêvajoya dadrêsê pir hêdî bû û dozger di vê pêvajoyê de sê caran guherî û got ku ew ji ve pêvajoyê bi fikar in. Elîf Tayurak got, “Em ji guhertina 3 dozgeran di kuştina dayika min de di nav mehekê de bi fikar in. Dozgerê sêyemîn niha li dozê dinihêre. Ji ber van sedeman, em di wê baweriyê de ne ku lêpirsînek bi bandor nehate kirin.” Elîf Tayurak di dawiyê de bi van gotinên jêrîn bang kir: “Wê şevê me bi derman xistin xewê, ew pêşiya qîrîna dayika min a alîkariyê girtin! Naha ez wê qêrîna astengkirî ji hemû mirovên xwedî wijdan re diqîrim! Ji kerema xwe bibihîzin! ”