Mijara sereke ya konferansa jinan tecrîd e

Di konferansa ku ji aliyê Partiya Çepa Kesk û Meclisên Jinan ên HDP’ê ve bi şîara “Em bi serhildana xwe birêxistin dibin, azadiya xwe diparêzin” de wê jin nexşeriyên xwe yên nû diyar bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çepa Kesk) amadekariyên lidarxistina ‘Konferansa Jinan a Mezin’ di navbera 8-9’ê Îlonê de dikin. Jin wê li Enqereyê bi dirûşma “Em bi serhildana xwe birêxistin dibin, azadiya xwe diparêzin” bên gel hev. Tê payîn ku di konferansê de mijarên têkildarî tecrîdê, polîtîkayên şerê taybet, qetlîamên jinan, krîza aborî û civînên gel ên di pêvajoya hilbijartinê de tên lidarxistin, bên nîqaşkirin.

Der barê konferans û xebatên jinan de em bi aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêvebera Partiya Maf a Demokratîk (HDP) ya Amedê Mervan Yildiz re axivîn.

‘Di konferansê de nexşeriya têkoşîna jinan wê bê diyarkirin’

Mervan Yildiz ku di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê ya di meha Gulanê de li Tirkiyeyê pêk hat û diyar kir ku piştî civînên nirxandinê yên ku daxwazên gel lê hatin guhdarkirin, wê nexşeriya têkoşîna jinan bê diyarkirin û gelek mijar werin nîqaşkirin. Mervan Yildiz got: “Berî konferansê, bi encamdana hilbijartinê re mekanîzmayên rexne û xwerexnekirinê ketin dewrê. Li gelek navçeyan civîn hatin lidarxistin. Di çarçoveya nîqaşên ku di çarçoveya van civînan de hatin kirin û pêşniyarên ku ji raya giştî hatin girtin konferansên parêzgehan jî hatin lidarxistin. Du konferansên ku dê li Enqereyê bên lidarxistin bi delegeyên ku ji aliyê konferansên parêzgehan ve hatin hilbijartin, biryar hat girtin. Destpêkê konferansa xweser piştre jî ya tevlihev dê were lidarxistin. Wekî hûn jî dizanin li Kurdistanê bi taybetî li dijî jinan polîtîkayeke giran a şerê taybet tê meşandin.”

Dê li ser şerê taybet nîqaş werin kirin

Mervan Yildiz, bal kişand ku destkeftiyên jinan bi polîtîkayên şerê taybet tên hedefgirtin û tunekirinê re rûbirû ne. Mervan Yildiz diyar kir ku ew ê li dijî van polîtîkayên şerê taybet bi pêşengiya hevgirtin û têkoşînê bi jinan re nîqaşan pêk bînin û axaftina xwe wiha domand:

“Weke tevgera jinên Kurd li Kurdistanê û jinên li eniya Tirkiyeyê em ê ji bo diyarkirina nexşeriya têkoşîn û çalakiya jinan a pêşerojê diyar bikin werin gel hev. Wekî ku hûn jî dizanin kabîneya piştî hilbijartinê hatiye avakirin dixwaze destkeftiyên jinan bike hedef û tune bike. Em ê li dijî betalkirina Peymana Stenbolê, nîqaş bikin. Di vê konferansê de em ê rê û rêbazên parastina destkeftiyên jinan bi hev re bînin ziman.”

‘Tecrîd û girtîgeh wê bibin rojeva sereke’

Mervan Yildiz anî ziman ku mijara sereke û yekemîn a konferansê tecrîd, rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfaza girtiyan e û got: “Me her dem anî ziman ku tecrîda bi salan li ser birêz Ocalan tê meşandin ji kaosa li Tirkiyeyê ne serbixwe ye. Di vê rewşê de tecrîd û rewşa girtiyên nexweş wê bibe rojeva sereke û mijara yekemîn a konferansê. Dîsa şewitandina înfaza girtiyan rojeva ku dê bê nîqaşkirin e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê li ser esasê rakirina tecrîdê ye. Em weke jin tecrîda li ser birêz Ocalan hîs dikin. Şert û mercên em tê de ne ne şertên ku ji tecrîdê cuda bên nirxandin in. Em her dem dibêjin divê tecrîd bê rakirin. Ev konferans wê bibe konferanseke ku em ê bi her awayî qala van pirsgirêk û xalên krîzê bikin. Dê rojeva me ya sereke gavên ku ji bo rakirina tecrîda sedema sereke ya kaos û krîzê ye bên avêtin bin.”