Mîhrîcana xwendekarên Efrînê du rojan dewam kir
Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Efrîn bi dirûşma "Ji berxwedana Serdemê ber bi tekoşîna Bazên Zagrosê ve" mîhrîcana duyemîn a xwendekaran li kantona Şehba li dar xistin.
Şehba- Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Efrîn a Bakur û Rojahilatê Sûriyeyê duyemîn mîhrîcana xwe li kantona Şehbayê duh li dar xistin. Ev mîhrîcan bi çalakiyên hunerî, çandî, wêjeyî û werzişê du rojan dewam kir. Duh mîhrîcan bi çalakî û werzîşan li lîstogeha gundê Babinês a Şehbayê dest pê kir. Werzîşên mîna fitbol, voleybol, satranç, ta kişandin, çiwal û bez hatin lîstîn. Her wiha saziyên Rêveberiya Xweser û xwendevanên Şehba û Efrînê beşdarî mîhrîcanê bûn.
Di duyemîn roja mîhrîcanê de ku li hola navenda Çand û Huner a navçeya Ehdas a Şehbayê, hatiye li dar xistin, çalakiyên hunerî, wêjeyî û çandî hatin pêşkêşkirin. Di mihrîcanê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, tevgera ciwanan û tevgera xwendekaran amade bûn. Hola mihrîcanê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Efrînê, hate xemilandin.
Roja dawî ya mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pêkir. Paşê helbest ji aliya xwendekar Biharîn Mihemed, stran ji hêla Koma Xwendekarên dibistana Fafîn û koma Stranan a bajaroka Tel Rifatê, govendên filklora Erebî û Kurdî her wiha şano ji aliyê xwendekarên kampa Berxwedan a herêma Efrînê ve hatin pêşkêşkirin.
Mîhrîcan bi pêşbirkên zanistî ji aliyê xwendekaran ve bi dawî bû.