Yekemîn Mîhrîcana Seyîd Evran a wêneyên fotografîk hate lidarxistin

Yekemîn mîhrîcana wênekêşên fotografîk bi tevlîbûna 40 wênekêşên fotografîk hate lidarxistin ku nûçegîhana ajansa me Sorgul Şêxo xelata Seyîd Evran a xweşiktirîn çîroka fotografîk wergirt.

Qamişlo-Yekemîn Mîhrîcana Wêneyên Fotografîk ên Sûriyê ev du rojin li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. 40 wênekêş tevlî mîhrîcanê bûne ku ev organîze ji aliyê Yekitiya Wênekêşên Sûriyê ve hate amadekirin. Di mîhrîcanê de 100 wêneyên cur be cur hatibû pêşendan. Her wiha di mîhrîcanê de gelek amûrên kevnar ên makîneyên foto û dîmen hatibû pêşandan. Mîhrîcan di roja xwe ya duyem de bi dayîna xelata Rojanamevan Seyîd Evran a wêneya herî baş û çîroka wêneyê ya herî baş bi dawî bû.

Rojnamevan û nivîskar Seyît Evran yek jî pêşengên Tevgera Rojnameriya demokratîk bû ku heqîqeta gelê xwe ji cîhanê re radigihand, di 22’yê Îlonê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Îro bi hezaran rojnamevan li ser xeta wî dewam dikin ku îro bi navê wî Mîhrîcana yekem a fogografîk ên Sûriyê hate lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê xelat hate dayîn. Xelata xweşikrirîn çîroka fotografîk nûçegîhana ajansa me Sorgul Şêxo wergirt. Xelata ferdî ya tekane ya fotografî Baha Mehmûd û xelata wêneyê kedê ya fogotrafîk Ebdul Qadir Sûsik wergirt.

Mîhrîcan bi dayîna xelatan bi dawî bû.