Mîhrîcana Jinan a Minbicê bi dayîna diyariyan dawî bû

Sêyemîn Mîhrîcana çandê ya jinan ku bi dirûşma "Jin kaniya hunerê ye û henaseya afrîneriyê ye", li Minbicê hatibû lidarxistin bi dawî bû. Hunermend Nesrîn Botan a tevli mîhrîcanê bû û got ku tişta bala wê kişand ew bû ku jin bi rengê xwe tevli bûne.

 
Minbic- Rojane çanda gelan ji aliyê dewletan ve tê binpêkirin û çand tên tunekirin, di riya çandê de netew- dewlet dixwazin çanda pîr û kalan ji holê rakin. Îro şerê ku li herêmê didome armanc jê ew e ku çanda mirovahiyê bidin tunekirin da ku tu netew an jî pêkhate xwe bi riya çanda xwe nede pênasekirin. Tê zanîn ku çand nasnemeya mirovan e. Her kes bi rêya çanda xwe tê nasîn. Roj bi roj ev çand tên pişaftin û li şûna wê kapîtalîzm xwe xurtir dike û rehendên xwe di nava Rojhilata Navîn de belav dike. 
Sêyemîn Mehrîcana çandî ya jinan ku li bajarê Minbicê ku duh bi dirûşma "Jin kaniya hunerê ye  û henaseya afrîneriyê ye" hatibû destpêkirin, îro bi dawî bû. Mîhrîcan ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê ve hat destpêkirin. Di mîhrîcanê de şandeyek ji Koordenîsyona Kongreya Star a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê- Rojava, Rêveberiya Jinan a bajarê Dêrezorê, Rêveberiya Jinan a bajarê Tebqa û Reqayê tevli bûn. Dayika Şehîd Hevrîn Xelef Suad Mistefa, her wiha hemû jin ji sazî û dezgehên çandî yên girêdayî Rêveberiya sivîl a bajarê Minbicê û gundewarên wê amade bûn. 
Der barê mîhrîcanê de hunermend Nisrîn Botan ku cihê xwe di nava mîhrîcanê de girtibû ji Ajansa me re axivî.
Mîhrîcan bi rengê jinan xweş dibe
Nesrîn Botan teqez kir ku mîhrîcan bi kombûna hemû pêkhateyan xweş û geş dibe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ez gelekî kêfxweş im ku ez beşdarî mîhrîcanê bûme, ez hêvî dikim ku mîhrîcanên jinan ê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava bi vî rengî her dem bidomin, ji bo ku jin mafê xwe bi dest bixin û çanda hemû gelan nas bikin. Di nava vê mîhrîcanê de ya herî bala min kişand ew bû ku jin hemû bi rengê xwe bi çanda xwe tevli bûbûn, vê yekê hişt ku mîhrîcan wek mozayikekê xuya bike. Bi riya vê mîhrîcanê em hemû pêkhate li hev civiyan û her kesê çanda pêkhateyên din nas kir."
Mehrîcan bi stran, şano, helbest û bi diyariyan bi dawî bû.