Mihrîcana Hunerên Gel a Marakeşê bi hebûna balkêş a jinan bi dawî bû

55’emîn Mihrîcana Hunerên Gel a Neteweyî ya li Marakeşê hat lidarxistin, bi pêşandana performansên folklorîk ên ji hêla komên ji herêmên cûda yên Mexrîbê ve hatin pêşkêşkirin bi dawî bû.

RECAA XEYRET

Mexrîb – 55’emîn Mihrîcana Hunerên Gel a Neteweyî ku li Marakeşê hate lidarxistin, duh êvarê bi merasîma girtinê bi dawî bû. Di merasîmê de hunermenda populer Zina Daoudia û komên gelerî yên ku performansên hunerî pêşkêş kirin ku rîtm û reqs tevlihev kirin, cihêrengiya mîrasa çandî ya Mexrîbê nîşan dan. Di atmosferek bi coş de, jinên beşdar di komên folklorî de bi reqs û stranên xwe hebûna xwe ya berbiçav di mihrîcanê de piştrast kirin. Beşdaran, rola jinan di parastina mîras û nasnameya çandî de destnîşan kirin. Wan bal kişandin ser girîngiya sembolîk a hebûna xwe ya di îfadeya estetîkî û xurtkirina nirxên yekîtîyê di nav civakê de.

Çar rojan dom kir

Temaşevan çar rojan bi performansên hunerî û stranên ji seranserê welêt kêfxweş bûn. Hebûna jinan bi reqs, stran û cilên wan ên gelerî bandorek taybetî li wan zêde kir û dilsoziya wan bi nasnameya çandî ya Mexrîbê re nîşan da. Her performans bi rêya rîtm, stran û reqsan ku jinan tê de roleke girîng lîstin, karakterê bêhempa yê herêma xwe nîşan da û têkiliyên kûr ên reqasvanan bi çandên herêmî û jîngeha xwezayî re nîşan da.

‘Tazwit’- dansek kewara mozan

Koma ‘Tazwit’ (bi berberî tê wateya ‘mêşhingiv’) ji  herêma Qelaat M'Gouna ya li başûrê Mexrîbê wek ‘Paytexta Gul’ tê zanîn, bi performansa xwe ya reqsa mêşhingiv bala temaşevanên Qesra El Badî li Merakêşê kişandin ser xwe. Ev cihê dîrokî ji hêla komên beşdar ve ji performansên cûrbecûr ên folklorîk re malovanî kir.

Endama civakê Saadiya El Asrî, ragihand ku herêma Qalaat M'Gouna bi reqsa mêşan a ku ji hêla civaka ‘Tazwit’ ve tê pêşkêşkirin navdar e. Kom ji rêberek bi navê ‘Raîs’ ku nûnertiya şahbanûya mêşan dike ava dibe û li dora wê jinên ku nûnertiya mêşan dikin hene ku bi tevgerên wê re reqsan senkronîze dikin. Li aliyê din, mêrên civakê bi ahengek bi jinan re ku nûnertiya leşkerên kewarê dikin, tevgerên rîtmîk pêk tînin.

Saadiya El Asrî wiha got: “Reqs bi ‘mêşhingiv’ ve sînordar nebû, di heman demê de ‘Ahidous’ ku şêweyek hunerî ya Amazîx e ku di dawetan û pîrozbahiyên taybet ên wekî Aqîqa û sunnetê de tê pêşkêşkirin, digre nava xwe.” Saadiye bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan a di komê de û wiha domand: “Jinan tacên gul li xwe kirin wekî şahidiyek ji bo çandiniya gulên navdar a herêmê û jinên Amazîx (amazingh) sembolên mîras û çandê ne, hilgirên sereke yên vê mîrasê ya di nav nifşan de ne.

Reqsa deriyê çola Sahrayê: El-Qadra

Endama koma El-Qadra Leyla Zehravî li herêma Wadî Noun ku deriyek ber bi Çola Sahrayê ve ye, muzîk û reqsên Hasanî pêşkêş dike. Leyla, da zanîn ku ew bi salan e beşdarî mihrîcana hunerên gel a neteweyî dibin. Leyla ragihand ku ev bûye kevneşopiyek malbatî, endamên komê heta zarokên xwe jî tînin wir û got: “Mihrîcan, niha di sala xwe ya 55’emîn de ye, wek yek ji kevintirîn bûyerên hunerî yên li Mexrîbê tê hesibandin.”

Leyla Zehravî derbarê hunera ku herêmê cuda dike de, diyar kir ku reqsa ‘Guedra’ ku taybetmendiyek berbiçav a herêma Guelmim e, berovajî deverên din ên Sahrayê ye. Leyla da zanîn, ji ber sembolîzma wê ya taybet di çanda Hassaniyê de beşek yekgirtî ya nasnameya gelê Sahrayê pêk tîne û ev tişt gotin: “Ev reqs li ser rîtma amûra ‘Guedra’, erbaneyek hatiye avakirin. Jin, li dora kesê ku Guedra lê dixe kom bûne, bi çokdan û tevgerên rîtmîk direqisin, bi taybetî li ser tevgerên ser, mil û porê xwe disekinin. Ew cilên Sahrayî yên bi navê ‘Melhfa’ li xwe dikin û yên li dora wan bi çepikan bi wan re têkilî datînin. Mêr jî bi jinan re beşdarî çepik û nîmayîşan dibin. Helbestên populer ên ku hestên serbilindî, evîn û pêşwazîkirinê diyar dikin, dixwînin.”

‘Reqsa Guedra van nirxan sembolîze dike’

Leyla Zehravî destnîşan kir ku reqsa ‘Guedra’ xwedî girîngiyeke kûr a çandî û civakî ye, wek rêyek ji bo bilêvkirina şahî û nasnameya Sahrayê kar dike û nirxên hevgirtin û ragihandinê di nav civakê de nîşan dide. Leyla wiha domand: “Reqsa Guedra van nirxan sembolîze dike. Jina li navenda çemberê, statuya wê ya di civaka Sahrayê de wekî xala sereke ya tevger û îfadeya estetîkî di nav rêûresma cejnê de temsîl dike. Jin û mêrên li dora reqsvan, sembola ahenga civakî û yekîtiya eşîrî ne.”

Mihrîcana hunerên Gel, cûrbecûrîya çandî ya dewlemend a herêmên Mexrîbê nîşan dide. Ji kevneşopiyên ‘Ahwaç’ û ‘Ahidous’ ên deverên çiyayî bigre, heta mîrasa Hassaniyan a herêmên Sahrayê, hunera Aita ya li deştan berbelav û hunera ‘Knafa’ ya bi eslê xwe Efrîkî dirêj dibe. Her wiha rola sembolîk a jinan di civakê de destnîşan dike.