Mîhrîcana Şehîd Berçem roja xwe yê sêyemîn bi şahiya govendê destpê kir

Di roja 3’emîn ya Mîhrîcana Şehîd Berçem de 7 komên govendê yên Kurd, Ereb û Ermen derketin ser dikê.

Kobanê- 2’emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem ya Tevgera Hîlala Zêrîn a bi diruşmeya “Bi tîrêjên rojê emê hûnera jin geş bikin” bi coşeke mezin berdewam dike.

Roja sêyemîn ya mîhrîcanê bi bernameya govendê li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido destpê kir. Di hola navendê de bi sedan kes bi kelecan û coşeke pir mezin amadebûn û piştgirî dan komên govendê ku bernameyên xwe pêşkêş kirin.

Di roja sêyemîn ya mîhrîcanê de koma Şehîd Ronahî ji kantona Efrîn-Şehba, Şehîd Sosin Bîrhat ji kantona Hesekê, Şehîd Sînan ya jin ji bajarê Kobanê, Şehîd Hevrîn ji kantona Minbicê, Şehîd Şîlan ji Helebê, Leyalî El Eşrîn ji kantona Tebqa û koma Artsax ya jinên Ermen bi pêşkêşkirina govendê bi cil û bergên xwe yên resen derketin ser dikê.

Di navbera govenda her komekê de beşdarvanan bê navber dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” û navên bajarên ku kom jê beşdarbûn berzkirin.

Mihrîcana ku li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido destpê kir dê li qada Şehîd Egîd bi komên Şehîd Hêlîn Cûdî û Şehîd Delîla yên mûzikê, hûnermend Mizgîn Girbawî û Sîham Nebo, her wiha komên govendê yên dayîkan û Şehîd Hêzil berdewam bike.

Hejayî bibîrxistinê ye ku li gor bernameya mîhrîcanê, diviyabû îroj hunermend Şadî Xûlamî ya ji Rojhilatê Kurdistanê û hunermenda Tunisî Amal El Meslosî tevlî mîhrîcanê bibûnan lê PDK rê neda ku her du hunerman derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.