Midûrê dibistanê ku êrîşa zayendî kiribû di rojekê de hat berdan

Midûrê dibistanê yê ku li Elezîzê êrîşa zayendî li 8 xwendekaran kiribû di rojekê de hat berdan, di çarçoveya lêpirsîna îdarî ya li dibistanê de jî wek betlaneyê hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Xwendekarên ku li Elezîzê di dibistanek amadeyî de dixwînin diyar kirin ku ji aliyê midûrê dibistanê ve rastî êrîşa zayendî hatine. Midûrê dibistanê piştî binçavkirinê rojek hat berdan.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, xwendekara jin a li dibistana amadeyî  Elezîzê dixwîne, giliyê CÎMER'ê kir û diyar kir ku midûrê dibistanê G.C. li dijî wê êrîşa zayendî pçk aniye. Piştî bihîstina bûyerê 7 xwendekarên din jî gilî kirin. G.C. ku di 28'ê Adarê de hatibû binçavkirin, di 29'ê Adarê de ji aliyê dadgeha nobedar ve bi kontrola edlî hat berdan.

Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî jî derbarê bûyerê de lêpirsîna îdarî da destpêkirin, lê hat hînbûn ku G.C. ji bo betlaneya mecbûrî hatiye bicihkirin.

Li gorî parêzerên di dosyayê de, her çend îhtîmala veşartina delîlan û bi taybetî jî îhtîmala ku gumanbar bandorê li ser gilîkar û îfadeyên şahidan bike pir zêde bû jî, ji aliyê meqamên edlî ve tu tedbîrên girtinê nehatine girtin. Li ser dosyayê tedbîra nepenîtiyê hat sepandin. Ev yek ji parêzeran re hat şîrovekirin ku îhtîmal heye ku delîlên di dosyayê de bên veşartin.