Michelle Bechele: Mafên jinên Afganî ji bo me xeta sor e

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bechele hişyarî ji bo Mûameleya Taleban a li ser jinan da û mafên jina wekî "xeta sor" binav kir.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî  Michelle Bechele hişyarî ji bo Mûameleya Taleban a li ser jinan da û mafên jina wekî "xeta sor" binav kir.
Navenda Nûçeyan - komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bechele di civînek taybet a konseya Mafên Mirovan a li ser mijara Afxanistanê de ku di 24'ê Tebaxê de hatibû li darxistin de diyar kir ku wê raporên pir bi bawer ên binpêkirinên xeternak ên ku Taleban li Afxanistanê pêktîne wergirtiye, di nav wan binpêkirinan de darvekirina sivîlan bê daraz, qedexeyên li ser jinan û qedexekirina xwepêşandanên li dijî tevgera Taleban girtiye. Michelle Bechele got: "Rêbazên ku Taleban di derbarê jin û keçan de dike di warê rêzgirtin û mafên wan yê azadî, tevger, perwerde û karkirinê de dide meşandin li gorî standardên navneteweyî ya mafên Mirovî ku dê ji bo wan xeta sor destnîşan bikin."
"Binpêkirinên ku li Afxanistanê tên sepandin nayên qebûlkirin"
Michelle Bechele li gotinê xwe zêdekir ku binpêkirinên li Afxanistanê tên kirin nayên qebûlkirin û destnîşan kir ku binpêkirnên li dijî jinan li Afxanistanê tewanên li dijî mirovahiyê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Garanteya gihîştina keçan ji xwendina navîn a bi astên bilind dê bibe nîşana sereke ya pabendiya Taleban ji rêzgirtina mafê mirovan re."
Michelle Bechele tekez kir ku agahiyên pêbawer û belgekirî ên ku binpêkirinên xeternak ên qanûna Mirovî ya navneteweyî û binpêkirinên cûr be cûr li ser mafên mirovan li gelek deveran ku di bin qontirola Talaban de ye, nîşan didin.
Ev rûniştina taybet ya li ser Afxanistanê li ser daxwaza Pakîstanê bi navgîniya koordînatora Rêxistina Hevkariya Islamî di mijarên mafên mirovan de û ji Afganistan nûnera dîplomata  ku ji hêla hukumeta berê ve hatî destnîşan kirin her wiha  bi piştgiriya nêzîkê 100 welatan di navde  Fransa û Dewletên Yekbûyî hate lidarxistin.