MGK û DFG’ê rojnamevan Nujiyan Erhan bi bîr anîn

Rojnamegerên Jin ên Mezoptamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta salvegera qetilkirina rojnamevan Nûjiyan Erhan peyamek parve kirin.

 Navenda Nûçeyan –  Rojnameger Nûjiyan Erhan di 3'yê Adara 2017'an de li Şengalê dema ku êrişên “Peşmergên Roj” li ser gelê Êzidî çêdibûn dişopand û hewl dida rastiyan ji raya giştî re ragihîne di encama êrîşa  "Pêşmergeyên Roj" ên girêdayî PDK'ê de li bajarokê Xanesorê birîndar bû, di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi munasebeta salvegera qetilkirina wê ji hêla MGK û DFG’ê ve hat bîranîn.

MKG'ê di peyama xwe de wiha got: "Em Nûjiyan Erhan a ji bo şopandina heqîqetê her dem li ber xwe da bi serhildanê bi bîr tînin. Nûjiyan Erhan bi têkoşîna xwe bû sembola azadî û rastiyê. Wê her dem bi pênûs û kameraya xwe hewl da rastiyê derxe holê. Di êrîşa hovane ya DAIŞ'ê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, jin li bazaran wekî koleyan hatin firotin, bi sed hezaran kes ji warên xwe hatin kirin. Nûjiyan Erhan di vê serdemê de bû dengê jinên Êzidî. Wê bi vê têkoşîna xwe ya bi rûmet navê xwe di rûpelên dîrokê de, da nivîsandin. Em bejna xwe li hemberî vê têkoşînê ditewînin."

DFG’ê di peyama xwe de soza ji bo rastiyê da û got: "Em Nûjiyan Erhan di salvegera kuştina wê de bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Têkoşîna wê ya ji bo rastiyê dê di kevneşopiya çapemeniya azad de bijî. Penûs, kameraya wê û berxwedana wê dê rêberiya rojnamevanên ku li pey rastiyê ne bikin. Em bi rêzdarî li ber bîranîna Nûjiyan Erhan bejna xwe ditewînin û soza xwe ya ji bo berfirehkirina têkoşîna ji bo rastiyê dubare dikin."