Mexmûriyan daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kirin
Şeniyên Wargeha Mexmûr di derbarê îdeayên ku li ser mediyaya civakî derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tên gotin derketin qadan û meşiyan.
Musil - Şeniyên wargeha penaberan a Mexmûra ser bi bajarê Musilê li ser îdeayên ku di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku li ser medyaya civakî hatine parkirin de derketin qadan û daxwaza hevdîtinê kirin. Piştî îdeaya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev du rojin di hinek mediyayan de hatine weşandin, Şêniyên wargeha Penaber a Mexmûr ê jî meşiyan û daxwaza hevdîtinê kirin. Meşa ku li ber avahiya Şaredariya wargeha Mexmûrê destpê kir heta avahiya NY’ê berdewamkir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê Mamosta Hisên Kara ve hate dayîn.
Mamosta Hisên da zanîn ku heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re neyê kirin dê nesekinin û wiha domand: “Ev kombûna gel li vêderê girêdana xwe ya Rêber Apo û Tevahî Şehîdan dide diyarkirin. Ev îdeayên ku li ser mediyaya civakî di derbarê rewşa Rêbertiya me de tên gotin. Herkes rol û misyona Rêberti di Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê de dizanê. Niha hemû hezên komplogêr û hezên paşverû di derbarê Rêbertiya me de axaftinên hûsan belav dikin. Hezên dagirker ji kompsepta xwe ya inkar û imhayê devjê bernadenê. Herkes dizanê em hemû tiştê deyndarê Rêber Apo ne. Rêber Apo xeta azad nişana me dayê. Em şev û roj fikr û ramanên Rêber Apo re jiyan dikin. Em nikarin me Rêbertiya xwe jiyan bikin. Dewleta Tirk bila sêbra kûrd û Kurdistaniyan neleyzê. Bi hezaran Fedaiyê Rêber Apo hene. Hemû Kurd û Kurdistanî li pişt Rêber Apo ne. Rêber Apo Reberê hemû mirovahiye yê. Pêwistê hemû gel rabê ser piyan û xwadî Rêberti derkevin. Ger zerarêk heri biçûk ji bigihijê Rêbertiyaa me hesap ji hemû dewlet û hezan berpirsyarin. Demêk heri kemde pêwistê bi Rêber Apo re hevditin were kirin. Daxwaza me têne azad kirina fîzikî ya Rêbertiyê.Dem dema azadkirina Rêber Apo hatiyê.”
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Rêber Apo” û “Dem dema azadiyê ye” bi dawî bû.