Mexmûrî: Pêwîste dewleta Tirk jî erka dikeve li ser milê xwe pêk bîne
Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarkirin ku heta dawiyê ew li kêleka wî ne û gotin: “Pêwîste dewleta Tirk jî erka dikeve li ser milê xwe pêk bîne.”

Mexmûr – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina xwe ya sêyemîn a ku 27’ê Sibatê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî li Stenbolê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe ya dîrokî ya ‘Civaka demokratîk û aştiyê’ gavek nû da destpêkirin.
Jinên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) yên ku di salên ‘90’î de ji ber polîtîkayên qirkirinê yê dewleta Tirk koçber bûn diyarkirin ku ew ê wek gelê Kurd heta dawiyê li pey gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin û banga xurtkirina têkoşînê kirin.
‘Banga Rêbertî banga aştî û demokrasiyê ye’
Fadîle Pîranî destpêka axaftina xwe de hestên xwe yên dîtina wêneyê Rêbertî anî ziman û wiha got: “Destpêkê silav û heskirinên xwe ji Rêbertî re dişînim. Rêbertî banga ji bo aştî û demokrasiyê kir. Pêwîste dewleta Tirk jî erka dikeve li ser milê xwe pêk bîne. Tevahî gelê Kurd û welatên din piştgirî dan banga Rêbertî ku ji bo tevahî gelan bangekî dîrokî ye. Erkên dikeve ser gelê Kurd jî ewe ku yekitiya xwe xurt bikin û têkoşînê mezin bikin”
‘Ev pêvajo ji bo me ji nan û av zêdetir girîng e’
Fadîle Pîranî balkişand li ser çareseriya bi diyalogê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu kes bi şer serneketiye û dawiyê her tişt bi diyalogê çareser dibe. Rêbertî jî dixwaze çareseriyê pêşbixîne û hewl dide pêşiya xwîn rijandinê bigire. Pêwîste gelê Kurd û Tirk piştgiriya vê pêvajoyê bikin ku ev pêvajo ji bo me ji nan û av zêdetir girîng e.”
‘Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê têbikoşin’
Fadîle Pîranî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevahî gelê me pêwîste li kêleka Rêbertî cih bigire. Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî emê têkoşîn bikin.”
‘Rêbertî û gelê Kurd ji bo gavên aşitiyê amade ne’
Rûxweş Efrîn diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêz û hirmet pêşwazî dikin û wiha axivî: “Pêwîste dewleta Tirk jî gav bavêje. Rêber Apo demên derbasbûyî jî bangên bi vî awayî ku ji bo rawestandina şer kiribû, lê dewleta Tirk hertim êrişên xwe domandiye. Em jî dixwazin aştî pêk were. Ji ber ku me wek gelê Kurd pir berdêl daye. Rêbertî û gelê Kurd ji bo gavên aştiyê amade ne. PKK’ê jî piştgiriya xwe ya bi Rêber Apo re diyar kir û heta niha Rêber Apo çi gotibe wek rêxistina wî PKK’ê bê dudilî pêkaniye.”
‘Gelê Kurd pêwîste Rêber Apo baş fam bike’
Rûxweş Efrîn da zanîn ku yekane daxwaza wan aştiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bang herkesi dikim ku xwedî li banga Rêbertî derkevin. Bi taybet jî wek gelê Kurd pêwîste em xwedî li Rêbertî derkevin û hîn zêdetir Rêbertiya xwe fam bikin.”