Mexmûr bi ser ket: DAIŞ têk çû!

Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi hêz û vîna ku beriya 30 salan li hemberî dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê raber kir, di 6’ê Tebaxa 2014’an de li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî rabû ser piyan li gel HPG'ê û YJA-STAR'ê Başûrê Kurdistanê ji DAIŞ'ê parast.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ku 30 sal in di nav berxwedaniyê de ye, li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 6’ê Tebexa 2014’an berxwedanekê bê hempa dan meşandin. Xelkê Mexmûrê ku bi têkoşîna xwe êrişên çeteyan şikand 4 sal in li hemberî êrişên hewayî yê dewleta Tirk, ambargoya ku ji aliyê PDK’ê ve li ser Mexmûrê tê meşandin di nav berxwedanê de ne.

Çeteyên DAIŞ’ê di 6’ê Tebaxê de berê xwe dan Mexmûrê

Çeteyên DAIŞ’ê piştî komkujiya li ser Şengalê di 6’ê Tebaxê de berê xwe dan wargeha Mexmûrê. Piştî ku DAIŞ’ê êrîşî bajarê Mûsilê kir, li ser tevahî herêmên Iraqê metirsî çêbû û di heman demê de li ser herêmên girêdayî wargeha Mexmûrê jî çêbû. Ji bo vê yekê Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê parastina wargehê kirin, şev û roj nobeta xwe girtin. Lê piştî ku metirsî zêdetir bû ji bo parastin û ewlehiya jin, zarok, kal û nexweşan wargeh hat valakirin û li bajarên Başûrê Kurdistanê yên wek Hewlêr, Kerkûk, Zaxo, Duhok û Ranyayê belav bûn.

Hêzên PDK’ê reviyan gel li ber xwe da

Di 7’ê mehê de DAIŞ’ê êrîş kir, di dema êrîşê de pêşmergeyên PDK’ê yên li herêmê reviyan û wargeha Mexmûrê bi tenê hiştin. Piştî valakirina wargehê Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ku ji Qendîl hatin hewara gel, bi DAIŞ’ê re ketin nava şer. Li wê derê şerek dijwar qewimî û di 8’ê mehê de şer dijwartir bû. Di kêliyên ku şer dijwar bû de rojnamevan Denîz Firat ku xwest kêliyên dawî yên şer û berxwedana li wargehê tê meşandin ji cîhanê re ragihîne rastî guleyên çeteyên DAIŞ’ê hat û jiyana xwe ji dest da. Denîz Firat heya kêliya dawî ya jiyana xwe hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, berxwedana xelkê Mexmûrê û gerîlayên Tevgera Azadiyê ji hemû cîhanê re ragihand, bi pênûs û kameraya xwe bû dengê têkoşîna azadiyê.

Di 4 rojan de wargeh ji DAIŞ’ê hat paqijkirin

Piştî berxwedana çar rojan di 10’ê Tebaxê de wargeha Mexmûrê ji aliyê Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin. Piştî wê di 12’ê Îlonê de navçeya Mexmûrê û gundewarên ku girêdayî Mûsilê ne ji aliyê Hêzên Parastina Cewherî û gerîlayên Tevgera Azadiyê ve hatin rizgarkirin û gelek çete hatin kuştin. Di dema rizgarkirinê de 3 gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dan.

Hêza têkoşîn û berxwedanê ya 30 salan

Çawa ku di salên 90’î de ji ber zilma dewleta Tirk neçar man koçberî Başûrê Kurdistanê bûn, herî dawî li wargeha Mexmûrê bi cih bûn, li ber xwe dan û li ser wê xaka hişk û zuha ji xwe re jiyana nû ava kirin. Pişta xwe dan mirinê û warê mirinê ji xwe re kirin warê jiyanê. Rêxistina xwe ava kirin û bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zarokên xwe perwerde kirin, li ser wî bingehî hebûna xwe domandin. Her wiha di êrîşa DAIŞ’ê de bi heman şêweyî dev ji berxwedana xwe bernedan. Di dema ku li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ’ê yên di çavên cîhanê de bûbûn tirs, şer kirin û tirsa cîhanê bi berxwedaniya xwe şikandin.

Plana valakirina wargeha Şehîd Rustem Cûdî têk çûn!

Dewleta Tirk a dagirker xwest bi destên çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek li ser wargehê pêk bîne û vala bike lê negihîşt armanca xwe. Berxwedana gelê Mexmûrê li hemberî planên qirêj ên dewleta Tirk bi ser ket. Piştî ku dewleta Tirk bi vê yekê negihîşt armanca xwe, vê carê bi hevkariya PDK’ê di sala 2014’an de ket nava hewldan û planên valakirina wargehê. Di 18’ê Tîrmehê de balafirên şer ên dewleta Tirk wargeha Mexmûrê bombebaran kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Bi vê yekê xwestin wargeha Mexmûrê vala bikin.

Li  ser wargehê rêgirî û êriş

Êrîş û bombebaranên dewleta Tirk nikaribû îradeya xelkê Mexmûrê bişkîne. Li pey wê dewleta Tirk û hevkarê wî PDK’ê xwestin hikumeta Iraqê jî bixin nava planên xwe yên qirêj ên li hemberî wargeha penaberan a Mexmûrê. Li ser vê yekê di 27’ê Kanûna 2021’ê de artêşa Iraqê xwest derdora wargehê têl bike û bixe dorpêçê lê xelkê wargeha Mexmûrê rê neda van pêkanînên artêşa Iraqê û artêş neçar ma xwe paşve vekişîne. Her wiha di heman çarçoveyê de di 20’ê Gulana 2023’an de li ser zextên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wî PDK’ê, careke din artêşa Iraqê xwest bikeve nava wargehê û bi têlan dorpêç bike lê şêniyên wargeha Mexmûrê seknek diyar li hemberî hêzên Iraqê raber kirin û rê nedan hikumet bikeve nava wargehê. Di encama berxwedana 16 rojan a xelkê wargehê de hêzên dewleta Iraqê neçar ma xwe paşve vekişînin û bi vî awayî îradeya xelkê wargeha Mexmûrê careke din bi ser ket.

4 sal in dewleta Tirk wargeha Mexmûrê bombebaran dike

Di nava van 4 salên dorpêçê de bênavber dewleta Tirk bi balafirên şer êrîşî wargehê kir di encamê de gelek kes birîndar bûn û 7 kes hatin qetilkirin. Armanca hemû êrîşan valakirina wargehê bû, çi ambargo û rêgiriya PDK’ê be, çi jî êrîşên dewleta Tirk be û çi zextên Iraqê ku di encama gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qutkirina ava Iraqê derketin be. Herî dawî jî dewleta Tirk gefên qutkirina avê li ser Iraqê xwar, ji Iraqê re digot ew ê av berdin lê divê wargeh bê valakirin.

Lê armancên dewleta Tirk, PDK û hikumeta Iraqê yên valakirina wargehê bi ser neketin. Vîn û îradeya xelkê wargehê Mexmûrê armanc û planên wan ên qirêj vala derxist. Bi berxwedaniya xwe ya bi qasî 30 salan tu caran serî netewandin û natewînin jî.