meşale berxwedanê ya jinên Kurd dest bi dest digere
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku jinên dîktatoriyê nepejirandine ji aliyê dewletê ve gef tên dîtin û got: “Komkujiyên 5 û 9’ê Çileyê ji vê yekê cuda nîn in. Têkoşîna jinên Kurd li Rojava jiyanê afirand.”
MEDÎNE MAMEDOGLU – AXÎN BAHAR
Amed – Di dîroka cîhanê de jin, bûne pêşengên berxwedanê û ji jiyana ku di encama berxwedanê de çêbûye re jî pêşengî kirine.
Danezana Mafên Hemwelatiyan a sala 1789’an ku bingeha Şoreşa Fransayê bû, ji ber ku behsa mafên hemwelatiyên mêr dikir, jinan li dijî vê yekê bi “Tevgera Sufraj” dest bi têkoşîneke demdirêj kirin.
Li Rusyaya Çarîtî jî bi tevgera grevê ya jinên karker ku di 8’ê Adarê de dest pê kir; finda Şoreşê Cotmehê hat vêxistin. Jinên Zapatîsta, dema ku xweserî dihat avakirin, li dijî pergala kapîtalîst, mêtinkar û patriyarkal, bûne pênşengên têkoşîn û guherînê.
Di dîroka cîhanê de berê jî mînak hebûn lê têkoşîna jinên Kurd a li Kurdistanê ya li çar perçeyan ji bo nasname û azadiyê dimeşînin, rastiya ku dê sedsala 21’ê bibe “sedsala jinan” derxist holê.
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê Adara 1987’an de got; “Bi jina kole re şoreş nabe” jinan dest bi têkoşîna azadiyê kir û her çû têkoşîn mezin bû. Têkoşîna ku jinên Kurd ji bo azadiya gelê Kurd meşandin bênavber didome. Vê têkoşîna di nava têkoşînê de, bû sedem ku du car rastî zextan werin.
Dewleta Tirk a ku bi bi civakîbûn û taybetmendiya parastina bîra civakê, bi berxwedan û cesareta jinên Kurd re derneket serî; serî li qetilkirina jinên Kurd ên pêşeng da.
Di sala 2013’an de li peytexta Fransa Parîsê ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî), ji aliyê tetikêşê MÎT’ê Omer Guney ve hatin qetilkirin.
Di 4’ê Çileya 2016’an de jî li Silopiya Şirnexê di dema qedexekirina derketina kolanan de endama Meclisa Partiya ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, aktivîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir, ji aliyê sekvanên di wesayîdên zirxî de hatin qetilkirin.
Qetliamên dewleta Tirk pêşî li meşaleya ku jinan vêxistibûn negirt, meşeleya ku 6 jinên Kurdistanî vêxistibûn, hê jî vêketiye.
Sakîne Cansiz
Sakîne Cansiz (Sara), di sala 1958’an de dema ku hê Komkujiya Dêrsimê di bîra mirovan de bû, di malbateke ku rastî komkujiyê hatibû de li gundê Taxtal hat cîhanê. Yek ji 8 zarokên malbata ku nîvî karmend, nîvî karker bûn. Her çendî bi guhdarîkirina çîrokên komkujiyê yên malbata xwe mezin bûbe jî weke “lêgerînera rastiyê” ji bo tiştên li derdora wê diqewimin bêdeng nema.
Lêgerîna rastiyê ya Sakîne Cansiz di salên destpêka ciwaniyê de dest pê kir. Bi vê zanînê di sala 1971’ê de di nava têkoşînê de cihê xwe girt. Li Xarpêtê di navbera kadroyên pêşeng ên PKK’ê de cihê xwe girt û di 1978’an de bi awayekî çalak dest bi rêxistinbûna ciwanan kir. Di 27’ê Mijdara 1978’an de PKK’ê di kongreya xwe ya yekem de avabûna xwe îlan kir. Sakîne Cansiz, di avakirina PKK’ê de cihê xwe girt. Di sala 1979’an de li Xarpêtê bi komek hevalên xwe re hat girtin. Di dema derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de di girtîgeha Amedê de bû, tevî îşkenceya ku dît jî li girtîgehê, bi sekn û berxwedana xwe bû sembol.
Sakîne Cansiz, li girtîgehên Xarpêt, Meletî, Amed, Çanakkale û Bursayê, li dijî îşkencekaran têkoşiya û di sala 1991’ê de piştî ji girtîgehê derket, bi awayê çalaktir têkoşîna xwe domand. Sakîne Cansiz a ku şoreşa jinan bi civakîbûnê re kir ye, li qada Filistîn û Sûriyeyê ma. Tevli konferans û kongreyên PKK’ê û tevgera jinên Kurd bû. Di rêxistinkirina jinên Kurd de roleke pêşeng lîst, piştî çendek çû Ewropayê. Sakîne Cansiz heta ku di sala 2013’an de hat qetilkirin li Ewropayê ma.
Leyla Şaylemez
Leyla Şaylemez (Ronahî), di 1’ê Çileya 1988’an de li Mersînê hat dinyayê. Malbatê navê Leyla Qasim lê kirin. Leyla Şaylemez a ji Licêya Amedê bû, ji ber zext û zulma dewlet neçar ma koçî Mersînê bike. Ew ji 8 xwişk û birayan, zaroka pêncan bû. Hê 2 salî bû malbat ji ber zextan neçar ma koçî Elmanyayê bike û zarokatiya wê li Mersînê derbas bû. Leyla Şaylemez, di sala 1994’an de bi malbata xwe re koçî Elmanyayê kir. Malbatê wê bi çand û zanîna nasmeya Kurd mezin kir. Têkoşîna wê ya destpêkê li dijî 6 birayan dest pê kir.
Leyal Şaylemez a bi înada xwe dihat nasîn, piştî perwerdeya 9 salan, dema ku ji bo bikeve zanîngehê xwe amade dikir, tevgera Kurd nas kir. Sala 2008’an tevli xebatên ciwanan bû, li gelek cihên Ewropayê xebitî. Leyla Şaylemez a ku her dem di nava lêgerînek de bû, di sala 2010’an de çalakiya ku digot “xeyala min” pêk anî û tevli PKK’ê bû lê ji ber pirsgirêkên tendirustiyê, piştî 2 salan careke din vegeriya Ewropayê. Navê şoreşgera Elman Andrea Woff (Ronahî) a ku ji Elmanyayê tevli PKK’ê bû li xwe kir. Andrea Wolf di 23’yê Cotmeha 1998’an li Şaxa Wanê bi 6 rêhevalên xwe re ji aliyê leşkerên Tirk ve hat dîlgirtin û dûre hat qetilkirin. Leyla Şaylemez a ku bernavê şoreşgera Elman Andrea Wolf “Ronahî” li xwe kir, heta hat qetilkirin bi wî navî xebitî. Leyla Şaylemez a ku li Elmanyayê hem tedawî didît, hem jî xebatên ciwanan didomand, ji ber zextên li wê derê, çû Parîsê û xebatên xwe li wir domand. Leyla Şaylemez dema ku li Parîsê hat qetilkirin, 25 salî bû.
Fîdan Dogan
Fîdan Dogan (Rojbîn), di 17’ê Çileya 1982’an de li gundê Malê Bûtan ê di navbera navçeyên Elbistan û Nurheqê yên Mereşê de dimîne hat dinyayê. Piştî qetliama Mereşê, ji ber ku koçberî dest pê kir, malbata Fîdan Dogan jî berê xwe da Fransayê. Fîdan Dogan heta 9 saliya xwe bi xaltî, dapîr û bapîrê xwe re li gund ma dûre wê jî şandin ba malbata wê ya li Fransayê û li wê derê tevgera Kurd nas kir. Fîdan Dogan tevî ku di salên pir ciwan de çû Fransayê jî ji nasnameya xwe dûr neket û di sala 1999’an de ji bo wê pêvajoyek nû dest pê kir. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê Fîdan Dogan bi awayê çalak tevli tevgera azadiya Kurd bû.
Di sala 2002’an de li ser navê tevgera jinan, ji bo nûnertiya Parîsê ya KNK’ê hat peywirdarkirin. Fîdan Dogan xebatên dîplomatîk meşand. Di sala 2007’an de tevli greva birçîbûnê ya 39 rojan ku ji ber jehrîkirina Abdullah Ocalan hat destpêkirin bû. Di sala 2011’an de jî bû berpirsyara Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîsê. Fîdan Dogan heta roja ku hat qetilkirin jî di qada navneteweyî de, li gelek welatên Ewropayê xebatên dîplomasiyê meşand.
Sêvê Demîr
Sêvê Demîr li gundê Şûtê yê Stewra Merdînê hat dinyayê û ji ber zextên dewleta Tirk, di sala 1990’an de koçî Amedê kirin dûre jî malbatê berê xwe da Manîsayê. Sêvê Demîr, di sala 2002’an de dest bi xebatên siyasî kir. Bi HADEP’ê re di xebatên siyasî de, bi avakirina Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) re jî di têkoşîna azadiya jinan de cih girt.
Dema ku endama komîsyona jinan a Konreya Civaka Demokratîk (KCD) bû, bi operasyonên ku di bin navê “KCK” de hatin lidarxistin, hat girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket di meclisa partiyê ya DBP’ê de li Mêrdîn û Şirnexê dest bi xebatan kir. Sêvê Demîr di pêvajoya qedexeya derketina kolanan de çû herêma Botanê û di 4’ê Çileya 2016’an de hat li Silopiyê hat qetilkirin.
Fatma Uyar
Di 28’ê Tebaxa 1988’an de li gundê Dihok ê Şirnexê hat dinyayê. Ew ji nava 7 zarokên malbatê ya duyem bû. Fatma Uyar, di pola pêncan a dibistana seretayî de dest ji dibistanê berda û di salên 2000'î de têkoşîna siyasî nas kir. Di sala 2009’an de hat girtin û 5 sal girtî ma. Salek piştî girtina wê, bavê wê Reşîd Uyar jî hat girtin. Fatma bi bavê xwe re li heman girtîgehê ma lê piştî sal û nîvek surgunê Girtîgeha Sêrtê hat kirin. Li Girtîgeha Sêrtê 3 sal û nîv ma, dûre hat tehliyekirin. Piştî ku di sala 2010’an de ji girtîgehê derket, li Botanê dest bi xebatan kir û li Silopiyê di xebatên KJA’yê de cihê xwe girt.
Pakîze Nayir
Pakîze Nayir, di sala 1990’an de li gundê Ziristan ê Silopiyê hat dinyayê. Malbata wê ji gund koçî Nisêbîna Mêrdînê kir lê dûre careke din vegeriya Silopiyê. Pakîze Nayir di malbateke kedkar de mezin bû, ji aliyekî ve dikandariyê dikir, ji aliyekî ve jî xebatên siyasî meşand. Pakîze Nayir, di sala 2014’an de ji êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bi bandor bû, li dijî hovîtiyê bêdeng nema. Tevli çalakiya nobetê ya li dijî êrişan hat lidarxistin bû. Tevli xebatên Akademiya Mala Jinan a ku atolyeyan li dar dixist bû. Piştî ku li Silopiyê rêveberiya xweser hat îlankirin, ji bo hevserokatiya Meclisa Gel hat peywirdarkirin.
Qedexeya derketina derve ya yekm ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê di 15’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin, 38 roj domiya. Pakîze Nayir, heta dawiyê li taxan li ba jinan ma. Di qedexekirina cara yekem de, dema ku Pakîze Nayir hewl da derbasî taxek bibe, ji aliyê sekvanan ve bi hedefgirtinê hat qetilkirin.
‘Nasnameya jinên azad hat hedefgirtin’
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, diyar kir ku polîtîkayên qetilkirina jinanên Kurd bi awayê pergalî didomin. Halîde Turkoglu, diyar kir ku bi aqilê netew dewletê bi salan e jin li van axan ten hedefgirtin û da zanîn ku jinên rejîmên dîktator û zextan qebûl nakin, ji aliyê dewletan ve weke gef tên dîtin û ev yek bi sedsalan e didome.
‘Paradîgma weke gef hat dîtin’
Halîde Turkoglu bal kişand ku hem li Parîsê hem jî li Silopiyayê ji ji aliyê kesên xwedî vê ferasetê ve hatine qetilkirin û wiha got: “Ji Sakîne heta Sêvêyan, têkoşîna jinan berdewam kiriye. Hem li Rojhilata Navîn hem jî li pergalên kapîtalîst ên cîhanê fikir û têkoşîna jinan ji bo xwe weke gef dibînin. Pergala heyî ya cîhanê, ya desthilatdariya mêr e. Netew dewlet zayendperest û netewperest in. Jin ji bo jiyana azad têdikoşin, loma hewl didin wan jinan tune bikin.”
‘Heman komkujiyan li Rojava jî didomînin’
Halîde Turkoglu bal kişand ku heman zihniyet li Rojava jî li pey komkujiyan e û wiha berdewam kir: “Hewl didin bi van êrîşan têkoşîna jinan tune bikin. Dixwazin modela jiyana bi hev re ya gelan ji holê rakin lewre paradîgmaya ku li vê derê derketiye holê, hem modela azadiya jinan e hem jî nîşan dide ku siyaseta demokratîk a alternatîf pêkan e. Komkujiyên 5 û 9’ê Çileyê ji vê yekê serbixwe çênebûn. Têkoşîna jinên ku hatin qetilkirin û jiyana ku dewlet ji bo xwe gef dibînin îro li Rojava jiyandar bû.”
‘Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû’
Halîde Turkoglu got ku têkoşîna jinên hatine qetilkirin roj bi roj mezin dibe û fikra jiyana azad li hemû cîhanê veguheriye felsefeya “Jin Jiyan Azadî” û wiha got: “Dewletê bi qetilkirina van jinan hewl da fikrên jinan ji holê rake lê bi têkoşîna jinan û Kurdan a ku bûye cîhanî ev yek mezin dibe. Niha divê zêdetir em xwedî li vê fikrê derbikevin lewre her hevalek me dema ku hewl dan ve paradîgmayê ava bikin û mezin bikin hat qetilkirin.”
‘Ji bo hesabxwestinê zêdetir têkoşîn divê’
Halîde Turkoglu diyar kir ku ew ê bi têkoşînê hesabê jinên di riya azadiyê de hatine qetilkirin bipirsin û wiha bi dawî kir: “Divê em têkoşîna ji bo aştiya bi rûmet a gelê Kurd mezintir bikin, bi rakirina tecrîda li ser birêz Abdullal Ocalan êdî behsa azadiya wî bikin. Ji bo aştiyeke bi rûmet çêbibe jî divê me têkoşînê mezintir bikin. Ji bo girêdana bi hevalên xwe re bi mezinkirina vê paradîgmayê divê em hesab bixwazin.”