Meşa zarokên Kobanê

Bi hezaran zarokên Kobanê bi diruşma"Parastina zarok mercek e sereke yê avakirina civakê ye" meşiyan.

Kobanê - 20´ê Mijdara sala 1989’an ji aliyê Netewên Yekbûyî û 195 dewletan ve weke roja mafê zarokan hatiye pejirandin. Li gelek deverên cîhanê mafê zarokan an nîne yan jî tê binpêkirin. Bi tayibetî jî zarokên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava dibin hedefa êrîşên dewleta tirk. Di nava van 9 salên dawiyê de zarokên Bakurê Suriyê yan ji ber êrîşên çetên DAIŞ’ê yan jî ji ber êrîşên dewelta tirk koçber dibin, tên kuştin, şewitandin, bê dayik-bav tên hiştin. Ji hemû mafên perwerdehiyê bêpr dimînin. Li deverên dinê jî ji ber sedemên xizaniyê jî gelek zarok di cihê temîrxaneyên maşîneyan de karê giran dikin. 
Zarokên Kobanê di çarçoveya rêze çalakiyên 20'ê Mijdarê de, bi hezaran zarok bi diruşma "Parastina zarok mercek e sereke ya avakirina civakê ye" meşiyan. Meş bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya perwerde û fêrbûn ya Kobanê ve hat organîzekirin. Bi hezaran zarok li Qada Jina Azad kom bûn, wêneyên zarokên ku bi destê komên çeteyên girêdayî dewleta tirk jiyana xwe ji dest dane, pankartên bi nivîsa "Na ji kuştina zarokan re, erê ji xwendinê re" , "Na ji tundiyê re, erê ji aşitiyê re" , "Na ji zewaca temenê bi çûk re" , "Na ji dagirkeriyê re" , Na ji şerê zarokan re" û " Na ji komkujiyan re", hildan. Meş li qada Aşitiyê bi dawî bû.  
"Em mafê xwe dixwazin"
Ji zarokên tevlî meşê bûn Rojyan Lalo da zanîn ku her roj zarok tên kuştin û mafê wan tê binpêkirin û wiha got:"Ez naxwazin durî hevalên xwe kevin, ez dixwazim bi hemû hevalên xwe re lîstokan bilîzim. Di nava şer û komkujiyan de em dibin hedefa êrîşan. Bi taybet zarokên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava tên hedef girtin. Jiyana me her tim bi şer û pevçûnan derbas dibe, ev têrê nake dijmin me di komkujiyan re derbas dike. Em şer naxwazin û dagirkeriyê naxwzin, tenê em aramiyê dixwzin. Îroj em daketine qadan ji bo behsa mafê xwe bikin, êdî bese kuştin, talan û koçberî. Hêvî dikim para me kêfxweşî û aramî be û pêşe roje me rojnî be."