Meşa jinan a ku ji Um El Areyes destpê kirî dê 72 saetan bidome

11 jinên ku ji başûrê rojavayê Tûnisê derketin rê, ber bi paytextê ve dimeşin. Bi wesîleya 13'ê Tebaxê, Roja Jinên Tûnisî û 65’emîn salvegera Kovara Rewşa Kesane, jinên ji herêma Um El Areyes a Gafsayê ji bo balê bikişînin ser bidestxistina mafên xwe û dengê xwe bidi bihîstin ketin rê. Li pêşiya Jinên Tûnisî meşek dijwar a 72 saetî heye.

Tûnis -  Dîroka 65’emîn a salvegera weşana Kovara Rewşa Kesane, ku maf û azadiya jinan diparêze, weke Roja Jinên Tûnisî tê pîroz kirin. Jinên ku îsal ji ber pandemî û krîza siyasî ji pîrozbahiyên rengîn bêpar in, bi çalakiyên cihêreng pîrozbahiyan organîze dikin. 11 jinên ku ji başûrê rojavayê Tûnisê derketin rê, ber bi paytextê ve dimeşin.

Karkerên çandiniyê balê bikşînin ser pirsgirêkên jinan

11 jinên ku ji Um El Areyesê dimeşin paytexta Tunusê. Jinên meşa protestoyî organîze kirine ji bo dengê xwe bidin bihîstin û êşa ku wan wekî jinên Tunisî jiyane ragihînin ev çalakî lidarxistine. Jin balê dikişînin ser neheqiyên ku bi taybetî di warê çandinî û aboriyê de têne jiyîn. Pirsgirêkên karkerên çandiniyê, kêmbûna mûçeyên ku distînin û belengaziya ku rû bi rû dimînin destnîşan dikin. Tê destnîşankirin ku jinên li herêmên gundewarî jiyan dikin dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û daxwazên xwe li paytext Tunisê bînin ziman.

Ji bo dengê xwe bidin bihîstin dê 72 saetan bimeşin

Tê texmînkirin ku meşa jinan a ji Um El Areyes dest pê dike û ber bi paytext Tûnisê ve diçe, 3 rojan, ango 72 saetan bidome.