Meşa Demokrasiyê di roja dûyemîn de didome

“Meşa Demokrasiyê” ya li dijî tayînkirina qeyûm bi pêşengtiya cvaka sivîl û partiyên siyasî destpêkir di roja duyemîn de berdewam kir. Meşvanên li Geverê axivîn diyar kirin ku wê îradeya gel serbikeve.

Navenda Nûçeyan – Meşa Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina îradeyê beriya mitinga li Colemêrgê ya bi dirûşima ‘Şaredarî yên gel in, em rê nadin desteserkirinê’ dê 13’ê Hezîranê bê lidar xistin dest pê kir, di roja dûyemîn de didome.

Meşvanên ku di saetên şevê yên dereng gihan Geverê di saetên sibehê de li avahiya navçeya DEM Partî hatin ba hev. Hevseroka giştî ya Partiya Heêrmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlemeter û gel beşdarî meşe bûn. Welatiyan di meşe de dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Qeyûm here û şaredarî yên me ne’, ‘Bijî Berxwedana Colemêrgê’ avêtin. Piştî meşê Hevseroka Bajar ya DEM Partî Humeyra Armut, banga hevgirtina gel kir.  

‘Wê îradeya gelê me serbikeve’

Parlamenterê DEM Partî Serhat Eren hemû gel vexwend mitingê û got: “Ger faşîzm li Colemêrgê têk biçe wê li her cihî têk biçe. Em hemû gelê xwe û rêxistinên sivîl vedixwînin mitîngê. Em dikarin wisa dawî li polîtîkaya qeyûman bînin. Ev meş wê heta ku îradeya gelê kurd lê bê vegerandin, heta dawî li desteserkirina îradeya gel were anîn wê bidome. Wê li dijî vê desteserkirina îradeya gelê me, li her cihî berxwedana me bidome. Wê îradeya gelê me bi ser bikeve. Roj îro ye. Ji destê kî çi tê divê bike.”

Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi Çelê ve derketin rê.