Meşa bi meşale ya jinên ciwanê ên Helebê

Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê meşek bi meşale lidarxistin. Jinên ciwan bi dirûşma "Şoreşa Jinê azadiya me ye" li ber dengê defe bi meşaleyên xwe meşiyan.

Heleb -Rêxistina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 23'yê Sibatê de bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinê ye" bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ragihandin. Di çerçoveya bernameyê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cur be cur tên li dar xistin. Îro jî bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Heleb ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Şoreşa Jinê azadiya me ye" Roja jinên cîhanê bi meşek meşaleyan hat pîroz kirin. Bi sedan jin û ciwanên taxa Şex Meqsûd a bajarê Helebê beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartê bi nivîsa "Şoreşa Jinê azadiya me ye" hatin hildan. Meşa ji taxa Yasîn destpêkir bi berzkirina "Jin jiyan azadî" heta çerxerêya şehîd Destîna dewam kir. 
Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan, Perwîn Qehwe Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û got: "Di serî de em Roja Jinên Cîhanê li Rêber Apo û şehîdên tevgera azadî ku canê xwe ji bo jiyanek bi rûmet û welatek azad ji dest dane pîroz dikin. 8'ê Adarê roja têkoşîn û bilindkirina berxwedanê ye, ji bo wê em ê bi hebûna jinê dawî li dagirkerî, faşîzim û qirkirinê bînin. Hêzên serdest yên ku dixwazin hebûna jinan tune bikin, em ê bi sekna xwe li beramber wan bisekinin û hemûyan têk bibin. Sedsala 21'an sedsala jinê ye, em jî wek jinên ciwan soz didin ku em ê xeta jina azad bişopînin û jiyana azad di nava civakê de misoger bikin." 
Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.